KJK'ê bang li jinên cîhanê kir

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê deklarasyonek ji bo hemû jinên cîhanê re weşand.

Di deklarasyona Koordînasyona KJK'ê de li ser têkoşîna li dijî sîstema bi serdestiya mêr, nêrîn û pêşniyarên Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê hatin vegotin.

Deklarasyonê bi gotina, "Em sedsala 21'ê bikin serdema azadiya jinê" dest pê kir û wiha dewam kir:

"Ji Çiyayên Kurdistanê ku bi pêşengtiya jinê civakîbûn pêş dikeve, em we bi azweriyeke mezin a azadiyê û ezma têkoşîna xwe, silav dikin. Ji taxên Rojava heya daristanên Amerîka Latîn, ji Kolanên Ewrûpa heya deştên Afrîka, ji newalên Rojhilata Navîn heya meydanên Amerîka, ji çiyayên Asya heya zozanên Awûustralyayê; hemû jinên ku têkoşîna azadî û wekheviyê bilind dikin, bi hezkirineke bêsînor û hestên herî şoreşgerî hembêz dikin.

Bi munasebeta 8'ê Adara sala 2018'an Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Jinan, em hemû jinên di oxira azadiyê de canê xwe feda kirin, li dijî her cure koletî, mêtîngerî û dagirkerî têkoşînkirin û jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin. Ji Roza Luxemburgan heya Sakîne Cansizan, ji Kîttur Raniyan heya Berta Caceresan, ji Ella Bakeran heya Henan a Reqayî, ji Cemîle Bouhîredan heya Sena Mehaydalî ya Filistînî û Nadya Ancumenan, em minetdarên hemû nemirên têkoşînên azadiya jinê ne. Roniya wan tarîtiya bi ser me ve tê sepandin, diçirîne; di rêya ku ew ronî dikin de em ber bi azadiyê ve dimeşin. Bi vê re girêdayî em, hemû wan jinên ku ji ber şîdet, şer, êrîşên dewlet, dagirkeriya mêtîngeran, hêzên bi rûpoşa olî, çeteyên zilam, qaşo hevser û hezkiriyan di dirêjahiya 5 hezar sal nîzama zilamsalar de hatin qetilkirin bi bîr tînin. Bîranîna wan jinan biryardariya me ya ku em teqez qirkirina jinê ku şerê herî dirêj yê di cîhanê de ye bidawî bikin, mezin dike.

Em di navgîna pêvajoyeke dîrokî de ne. Pergala zilamsalar ya 5 hezar salî ku bi şaristaniya dewletdar re hevtemen e, qeyraneke avanî ya kûr dijî. Em wek jin divê sedem û encamên vê qeyrana pergalê baş tehlîl bikin, tesbîtên bihêz deynin holê û persepktîfên ku têkoşîna me mezintir bike, pêş bixin. Ji ber ev qeyrana avaniyê ya pergalê bi qasî ku ji bo hemû jinên cîhanê metirsîdar e, ji bo pêşxistina azadiya jinê jî derfetên ku sedsalan carekê derdikeve holê pêşkêş dike. Heta em dibêjin: em dikarin sedsala 21'an werguherînin bi ser serdema azadiya jinê ve! Ev xeyal an jî ûtopya nîne. Ev heqîqetek e. Lê ji bo pêk were lazim e em programa azadiya jinê ya sedsala 21'an deynin holê!

Ji bo vê jî beriya her tiştekê divê em nakokiyên bingehîn û taybetmendiyên vê serdemê rast tê bigihîjin. Ev nakokî û taybetmendî, ji bo azadiya jinan kîjan derfet û rîskan di nav xwe de hildigire? Ji me rêxistin û bizavên jinên cîhanê re kîjan berpirsyarî derdixîne holê?

Pergala cîhanê di sedsala 21'an de ketiya nav qeyraneke kûr. Pênaseyên wek “nîzama nû ya cîhanê” tê nîqaşkirin. Modernîteya kapîtalîst ji bo derketin ji qeyranê dîsa ketiye tevgera xwe dubare sazkirinê, vê jî di bin navê Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin di serî de li Rojhilata Navîn praktîze kir. pêvajoya ku bi mudaxelekirin li ser Efxanîstan û Iraqê destpêkir, li Bakûrê Afrîqa bi Bihara Ereban dewam kir û di salên dawî li Sûriye, Iraq û Kurdistanê hurûkûr bûye, em wek Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikin. Rejîmên Netew-dewlet ên Rojhilata Navîn beriya sedsal niha ji hêla dewletên rojavayî ve ji bo ku qeyran û kaos bi berdewamî xwe dubare hilberîne hatin damezirandin, ev rejîm hewl didin statukoya xwe biparêzin, hêzên derve jî li pey wê ne ku herêmê dubare di navbera xwe de parve bikin.

Pênasekirina me ya pêvajoya heyî ya Rojhilata Navîn wek Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, ne tenê bi mebesta ku em îşare bi angajmana hêzên navneteweyî bikin. ji wê jî bêtir, teqez ger modernîteya sermayedar xwe li Rojhilata Navîn dubare ava bike, dê bandora vê di asta kûreyî de çêbibe. Ji ber modernîteya sermayedar an jî pergala hemdem ya cîhanê, ne tenê diyardeyeke 500 salên dawî ye, belku dendika wê bi awayê dewletê ya 5 hezar sal berê li Mezopotamya şîn hat û hebûna xwe bi şêweyên cuda heya roja me ya îro gihand.

Ji ber vê sedemê, li kêleka statukogeriya dewletên herêmê û mudaxelegeriya hêzên derve ya jinûve dîzaynkirinê, parastina Konfederala Demokratîk wek Rêya Sêyemîn ji bo me hemûyan erk e, bi qasî wê jî ji derveyî sînorên Suriyê û Rojhilata Navîn jî, xwedî girîngî ye. Pergala Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê di şert û mercên şer û berxwedanê de bi pêşengtiya jinê hatiye înşakirin, ev pergal yegane modela çareseriyê ye ku bikaribe pevçûn, nakokî, kaos û qeyranên ku sed sale bi şêweyeke sîstematîk dubare têne afirandin, bide rawestandin. Sînorên hatin çêkirin û Netew-dewletên piştî Şerê Parvekirinê ya Yekemîn hatin damezirandin, bi tu awayî li gor avaniya etnîkî, çandî, bawerî û civakî ya herêmê nebû, dînamîtkirina çanda jiyana hevpar ya bi hezaran salî hedef dikir. Îro li bakûrê Sûriyê ji bo cara yekem pergalek înşa dibe ku xwe dispêre tevlîbûna azad û wekhev ya jinê, pir-rengiya olî û etnîkî, demokrasiya tevkar pêş dixîne. Ev model li beramberî rejîmên nêr, zayendperest, yekperest, netewperest û mezhebperest yên bi dehan salin ji hêla pergala cîhanî ve hatin xwedî kirin, alternatîfeke demokratîk e. Ji pirsgirêkên kevnbûyî yên Rojhilata Navîn re çareserî pêşkêş dike.

Sedema ku duyemîn artêşa mezin ya NATO dewleta Tirkiyê ji 20'ê Çile heya niha bi hemû hêza xwe ve êrîşê Kantona Efrînê ya Rojava/Bakûrê Sûriyê dike ev e. Sedema ku Hêzên derve wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê pêşiya van êrîşan nagirin jî ev e. Ji ber li Efrînê li ser bingeha xeta azadiya jinê modeleke civakî ya demokratîk înşa dibe. berxwedana Efrînê, serî rakirina jinan li pêşberî jiyana modernîst ya sermayedar e. Gund û bajarê Efrînê li beramberî faşîzmê, li beramebrî dijminatiya jinê, li beramberî texrîbkirina nirxên çandî û xwezayê, li beramberî polîtîkayên ku gelan dikin dijminê hev, li berxwe didin. Bêguman yên li Efrînê di nav pevçûnê de ne, tenê hêzên dewleta êrîşkar ya Tirkiyê, çeteyên Îslamger û hêzên parastina jin û gel ya Efrînê nînin. Di cewher de îro li coxrafiyayeke piçûk bi qasî Efrînê, du sîstemên cîhanê, du îdeolojî, du projeyên dêwasa yên pêşerojê şer dikin. Yek ji wan xwe dispêre azadî, demokrasî, ekolojî û pir-rengiyê, ya din jî li ser bingeha dijminahiya jinê, desthilatdariya nêr, yekperestî, zext û mêtîngeriyê ye. yek bi hemû rengên jiyanê dibiriqe, ya din tarîtiyê temsîl dike. Ji ber vê, bi taybet jî parastina Efrînê ji hêla hemû jinên cîhanê û xwedîderketina berxwedana ku li dijî faşîzmê bilind dibe, xwedî girîngî û wateyeke mezin e. Ji ber li wir ya ku rastê êrîşan tê û tê parastin jî nirxên azadiyê ya cîhanî ya jinan e. Bi vê wesîleyê em wek KJK şervanên azadiyê ku pêşengtiya berxwedana Efrînê girtine ser xwe, gelê Efrînê ku li dijî dagirkirina axa xwe bi awayeke leheng li berxwe didin, silav dikin û pîroz dikin. Yên bi ser bikevin teqez wê gel û jin bin, faşîzm dê wenda bike.

Pêvajoya şoreşa li Rojava û Bakûrê Sûriyê didome ji me hemûyan re heqîqetekê nîşan dike: şoreşên rasteqîn divê bibin şoreşên jinê. Şoreşên xwe nespêrin azadiya jinê, şensê wan yê serketinê tune ye. sedema bingehîn a ku di sedsala 20'an de bizavên şoreşger û sosyalîst ruxmî ewçend bedel, fedakariyên mezin û programên bi hêz nekarîn encamên dihatin payîn bi xwe re bînin, azadiya jinê nexistin navenda xwe. Pirsgirêka jinê nakokiyeke ji rêzê ya li kêlekê nîne, dayika hemû pirsgirêkan e. Jin yekemîn çîna hatiye perçiqandin, kolekirin, mêtîngehkirin û xistine jêr serweriyê ye. hemû awayên din yên mêtîngeriyê piştî mêtîngehkirina jinê destpê dikin. Ji ber vê sedemê encex jinên bi îdeolojiyeke rizgariyê ya xurt û di çarçoveya programa wê de xwe xweser û taybet birêxistin bikin, dema ku rol bigirin dê bikaribin li dijî pergala serdest têkoşîneke encamgir derkeve holê. 30 sal ezmûnên îdeolojîk û têkoşîna pratîkî vê nîşanî me Bizava Azadîxwaziya Jinên Kurdistanê dide.

Dendika pergala cîhanî ya ku xwe bi şeklê modernîteya kapîstalîs di 5 sed salên dawiyê ava kir, li Rojhilata Navîn, ya rasttir li Mezopotamya ji ber hêşîn bû, qeyrana heyî ya pergalê jî xwe li vê herêmê bi şêweyeke tezî û yekser nîşan dide. Di esas de qeyrana pergala cîhanê ya zilamsalar-sermayedar xwedî xisleteke kûrevî ye, di heman demê de bihosteke axa ku xwe di asta cîhanê de nedabe hîskirin, gol, çiya û çemeke ku destê xwe dirêj nekiribe, civakek ku nexwestibe bixîne jêr serweriyê jî nemaye. Lê belê yên herî zêde ji qeyranê bandor dibin jin in. Ev jî yekser bi karakterê zayendperest ya modernîteya sermayedar ve pêwendîdar e. Ji ber sîstem hewl dide hem di warê îdeolojîk hem jî di warê madî ve hîna bêtir jinê mêtîngeh bike û wiha jî qeyranê derbas bike. Heta bi vî rêbazî dixwaze hebûna xwe pêşbixîne û bike jêr ewlehiyê.

Wek pirî caran tê îdeakirin lîberalîzm ku îdeolojiyeke bingehîn ya netew-dewletê ye, ji bo azadî û wekhevîtiya jinê tu tevkariya wê ya erênî tune ye. Berovajiyê vê, zayendperestî herî zêde di serdema lîberalîzmê de bi şêweyeke îdeolojîk hate pêşxistin û bikar anîn. Gotina “Lîberalîmzê jin azad kir” dereweke mezin e. Berovajiyê vê hemû beden, kesayet û ruhê jinê kire meta û ev şekleke herî xeternak ya koletiyê ye.

Di vê wateyê de modernîteya sermayedar qonaxa lûtkeyê ya pergala zilamsalar e. Jin, di tevahiya dîroka şaristaniyê de bi qasî serdema modernîteya sermayedar rastê mêtîngeriyê nehatiye. Ji bo jinan mêtîngeriyeke hezar qat girankirî û pir-alî mijara gotinê ye. Zayendperestiya civakî ya netew-dewletê ji hêlekê ve di asteke bilind de zilam dike desthilat, di kesayeta jinê de jî civakê dixîne asta herî jêrê ya mêtîngeriyê. Di vê wateyê de jin di tevahiya dîroka şaristaniyê de, bi taybet di pêvajoya modernîteya sermayedar de, netewa herî kevin û netewa herî nû ya mêtîngerkirî ye. Sedema bingehîn ya ku pergala desthilat nikare bidome û qeyranê dijî jî mêtîngerkirina jinê ye.

Ji ber jin û rizgariya jinê hêza bingehîn ya dijberê pergala cîhanî ya sermayedariya zilamsalar e. Her awayê desthilatî, mêtîngerî, talan, koletî, şîdet û zext a ku pergalê xwe li ser daye avakirin, di bingeha wê de serwerî û tehmûka li ser jinê veşartî ye. Mulkiyet û koletiya li ser jinê hatiye avakirin, pêl bi pêl di tevahiya astên civakî de belav bûye. Ji ber wê ji hemû têkoşînên dijber zêdetir, têkoşîna azadiya jinê xwedî wê hêzê ye ku bingeha pergala zilamsalar ya desthilatdar bihejîne. Ya esas jî tişta bûye sedem qeyrana pergalê derkeve holê jî ev dînamîk e. Em wek jin divê vê hêza xwe û bandora ku me çêkiriye baş bibînin.

Bi vê re girêdayî, sedema di asta cîhanê de li ser jinê evçend êrîş zêde bûne bi vê rewşa qeyranê ve û herwiha bi têkîliya di navbera pergala cîhanî ya sermayedariya zilamsalar û azadiya jinê ve têkîldar e. Pergala zayendperest ya xwe dispêre mêtîngeriyê ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, êrîşê jinê dike; ji ber herî bêtir jin hebûna wî tehdît dike. Heta şer û êrîşeke sîstematîk dimeşîne. Ev awayê êrîş-şer car caran şêwazê wê biguhere jî, di cewher de diyardeyeke gerdûnî ye ku em pê re rûbirû dibin. Divê em têkîliya di navbera tecawûzên komî yên Asya û şîdeta zayendî ya li Emerîka bibînin. Cînayetên li Amerîka Latîn di asta qirkirinê de pêşdikevin û li Efrîqa û Rojhilata Navîn ji hêla çeteyên di bin maskeyên ol de keçên zarok û jinan direvînin û kole dikin, divê em bitûnî bigrin dest. Divê em bilindbûna rejîma dijmintiya jinê ya faşîst û xesibkirina mafên jinan ên bi têkoşînê bidest xistinbûn, bi hev re binirxin. Û divê em vê baş bibînin ku ev şerê ku pergala zilamsalar ya cîhanî dimeşîne hedef dike ku lêgera azadiya jinê û têkoşîna wê bifetisîne.

Ji ber pergala zilamsalar ya desthilatdar belku jî di tu pêvajoyên dîroka şaristaniyê de ewqas tengav nebûye. Tucaran bingeha wî ewqas nehejiyaye. Ji bo jinan jî tucar şertên ku azadiya xwe pêş bixîne evçend nepijiyane. Derfetên pêşxistina duyemîn şoreşa mezin ya jinê ya dîrokî evçend mezin nebibûn. Ji ber vê em ji pêvajoyeke dîrokî derbas dibin. Derfetên mezin mijara gotinê ne, lê xeterî jî mezin e.

Lewre ji bo em singa xwe ji xeteriyan re bikin sîper, derfetên azadiya jinê –li ser vê jî azadiya hemû civakê- bi şêweyeke encamgir pêş bixin, divê em çi bikin? emê li beramberî êrîşên pergalê yên her diçe zêde dibin, çawa xwe biparêzin? Elbet, divê parastin tenê pasîf neyê bidestgirtin; pêdivî bi parastina cewherî ya aktîf heye. parastina cewherî ya herî mezin û bi bandor jî bi înşakirina jiyana azad û tengkirina qadên jiyana pergala nêr e. Ne ku ew jiyana me, divê em jiyanê li pergalê teng bikin. lê ji bo vê pêwîste em têkoşîna xwe hîna zêdetir bilind bikin. têkoşîna azadiya jinê ya di asta gerdûnî de, zemîneke xurt ya teroîk û pratîk afirandiye. Lê niha dema hemlekirinê ye.

Em wek Bizava Azadiya Jinên Kurdistanê bêtirî 30 sale ji bo kûrkirina îdeolojiya rizgariya jinê, xurtkirina têgihiştin û hêza parastina cewherî ya jinê, di qada siyasetê de temsiliyeta azad û wehkev ya jinê, di hemû qadên jiyanê de ji bo derbaskirina zayendperestî û bi vê re jî bilindkirina azadiya jinê têkoşîneke pir mezin dimeşînin. Me hertim girîng û watedar dît ku encamên derketine holê bi jinên cîhanê re parve bikin. niha jî bi heyecan, coş û îdeayeke mezin, ji bo sedsala 21'an biqulipe bi ser serdema azadiya jinê ve, ji bo pêkanîna duyemîn şoreşa mezin ya jinê, em hewl didin mîsyona xwe ya di nav bizava azadiya jinê ya gerdûnî de pêk bînin.

Ji bo me pêwîsteyeke sereke ye ku em di vê şefeqa dîrokî de, di asta gerdûnî de birêxistin bibin, di asta kûrevî de li beramberî pergala zayendperest, zilamsalar û sermayedar ya cîhanê pergala jinê ya azad û wekhev înşa bikin. yek ji taktîkên sîstema desthilatdar parçekirin e. Hêza me jî ji yekîtiyê derdikeve holê. Bê ku em cudahiyên hev red bikin, bi parastina xweserî û rengên xwe, ne bi şêweyeke mozaîk, têkoşîna azadiya jinê ya kûrevî bi şeklê ebrûlî, dê tu tişt nebe ku biser nexîne. Ji bo vê jî pêwîste me îtîfaqên jinê yên demokratîk pêş bixin. Divê em li gor şert û merc, xweserî û pêwîstiyên sedsala 21'an rê, rêbaz û persepektîfên têkoşînê ava bikin. di esas de em hemû bi hev re divê programa rizgariya jinê ya sedsala 21'an pêş bixin.

Em wek Bizava Azadiya Jinên Kurdistanê, pêşketina şoreşa me bi şêweyê şoreşa jinê di esas de deyndarê Rêberê xwe Abdullah Ocalan dibînin. Rêber Abdullah Ocalan beriya 19 salan di encama komploya NATO ku rêxistina çete ya netew-dewletê ye, hate revandin û di şert û mercên tecrîda ku mînaka wê di dîrokî de nehatiye dîtin li Tirkiyê dîl tê ragirtin. Rêber Apo hem bi pêşxistina tehlîlên pergalê, hem pêşkêşkirina perspektîfên rizgariyê, hem jî werguhertina di kesayeta xwe de avakir, di pêşxistina bizava azadiya jinê de xwedî kedeke mezin e û hêza dînamîk ya ku îro ji çar aliyên cîhanê re îlham dide ye. Dîlgirtina wî ji 19 salan heya niha, ji 3'ê salan bêtir jî qutkirina têkiliya wî ji hemû cîhana derve re bi vî taybetmendiya wî ve girêdayî ye. lê nêrîn nayê tecrîdkirin, ruhên azad nayê dîl girtin. Ev perspektîfên Rêber Apo ku di şertên giran ên tecrîdê de pêşxistiye, ji bo têkoşîna azadiya jinê ya gerdûnî rênîşander e:

Bêguman derketina holê ya statuya jinê aliyeke mijarê ye. Aliyê herî girîng bi pirsgirka rizgariyê ve têkîldar e. Bi gotineke din, çareseriya pirsgirêkê hîna bêtir girîng e. Pirî caran tê gotin ku asta azadiya giştî ya civakê bi asta azadiya jinê ve elaqedar e. Ev gotina rast, ya girîng ewe ku divê naveroka wê çawa were dagirtin. Azadî û wekheviya jinê tenê azadî û wekhevîya civakî diyar nake. Ji bo vê teorî, program, çalekî û rêxistin jî hewce dike. Ji wê jî girîngtir nîşan dide ku bêyî jinê siyaseta demokratîk nabe, heta polîtîkageriya çînî jî dê nîvco bimîne, wê aştî û hawîrdor jî neyê pêşxistin û parastin.

Em wek Bizava Azadiya Jinên Kurdistanê bi wesîleya 8'ê Adara sala 2018'an bang li jinên cîhanê dikin; werin em hemû bi hev re ji bo azadiya jinê teorî, program, rêxistin û çalekî pêş bixin. Bi zanebûna ku tenê têkoşîna rêxistinî dê encamgir be, di her qada jiyanê de birêxistin bibin û mezin bibin. Ew asta têghiştina xwe, hêza xwe ya analîz, ezmûnên têkoşînê û perspektîfên xwe hevbeş bikin, îtîfaqa demokratîk pêşbixin. Em ji hev qut nebin, bi hev re têkoşîn bikin. wiha jî sedsala 21'an em bikin serdema azadiya jinê! Ji ber ku tam demê wê ye! Dema şoreşa jinê ye!"

Deklerasyon bi dirûşmên, "Her der Efrîn, her der berxwedan e", "Bijî Têkoşîna Azadiya Jinê ya Gerdûnî" û "Jin, Jiyan, azadî" bi dawî bû.