KJK: Dest ji vê pêkanîn û biryarê berdin

KJK'ê diyar kir, girtina buroyên Tevgera Azadî û RJAK'ê li nirxên welatparêziyê nayê û bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê û YNK'ê kir ku ji vê pêkanîn û biryara ku zerarê dide hewldanên yekîtiya neteweyî vegerin.

Koordînasyona KJK'ê li ser girtina buroyên Tevgera Azadî û RJAK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Biryara rêveberiya Başûrê Kurdistanê û YNK'ê ya ji bo qedexekirina Tevgera Azadî ya Komelgeya Kurdistanê û RJAK'ê kuk 27'ê Mijdara 2018'an li Silêmanî û derdora wê bi cih hate anîn, li nirxên exlaqî, welatparêzî û demokratîk nayê. Ev pêkanîna qedexekar, paşverû û antî demokratîk tenê bi kêrî AKP a faşîst tê. Ev biryar li çand û nirxên welatparêziyê yên gelê me yê Başûrê Kurdistanê nayê. Li rastiya Silêmanî jî nayê ku bi dîrok, çand, berxwedêrî, rewşenbîrî û nirxên xwe yên welatparêziyê tê naskirin. Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî yê Silêmaniyeyê, li dijî hewldanên tepisandin, tinekirin û teslîmgirtinê yên hemû hêzên serdest, ti carî ji Kurdîtî û nirxên xwe yên welatparêziyê tawîz nedane. Ji bo van mirovên me, nirxên welatparêziyê her tim di ser her nirxî re bûye."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, di vê demê de ku nîqaş li ser yekîtiya neteweyî tê kirin, ti eleqeya xwe bi welatparêzî û demokratîkbûnê nîne ku nirxên neteweyî bi berjewendiyên rojane bên qurbanîkirin.

Koordînasyona KJK'ê wiha dewam kir: "Pêkanîn û biryarên bi vî rengî yên pragmatîk, hêzê dide AKP'ê ku ji pêşketin, yekîtî û xurtbûna Kurdan ditirse û li her derê bi her awayî dijminatiyê li Kurd û Kurdistanê dike. Tawîza ku ji hêzên mêtinger ên dijminê Kurdan re tê dayin, ti ji partiyên siyasî yên li Kurdistanê xurt nake. Berevajî, derbê li hêz, y ekîtî û paşeroja azad a Kurdan dixe. Lewma yên bi vê yekê xurt bibin wê hêzên mêtinger bin."

DEST JI VÊ BIRYARA KU DILÊ DIJMINÊ KURDAN PÊ XWEŞ BÛYE BERDIN

Di dewama daxuyaniya KJK'ê de hate gotin, "Baş tê bîra me ku peyman û tifaqên bi dijminê Kurd û Kurdistanê re hatine kirin, bi kêrî gelê me nehatine. Armanca yekane û herdemî ya dijminê me, xapandin e, parçekirin e. Rakirina li ber hev a hêzên Kurd e. Ji ber vê yekê, di tifaqên bi hêzên dijmin re eger ya dide we hingiv be, pê zanibin ku ew yek teqez jehr e. Bi her awayî tawîz ji dijmin re bê dayin jî, dîsa jî tu Kurd e li ber çavên dijmin. Mîna ku nemirê Kurd û Kurdistanê Cegerxwîn gotiye, 'Eger em nebin yek, em ê herin yek bi yek'. Ji ber vê yekê em bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê û YNK'ê dikin ku dest ji van pêkanîn û biryarên ku zerarê didin hewldanên yekîtiya neteweyî û dilê dijmin pê xweş dike, berdin.

DIVÊ JIN HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN

Li ser vê bingehê em bang li welatparêz, demokrat, azadîxwaz û rêxistinên civaka sivîl û jinan dikin ku xwedî li nirxên azadîparêz û demokratîk ên gerdûnî derkevin û helwestê nîşan bidin. Yên ku herî zêde ji ber pêkanînên mêtingeriyê yên li Başûrê Kurdistanê êşiyan, hatin kuştin, hatin Enfalkirin û berdêlên giran dan, jin û dayikên me yên welatparêz in. Em bang li wan dikin ku bi xurtî li ber van pêkanînan rabin ku çavê wan li tarîkirina paşeroja me ya azad e. Helwesta jin û dayikan wê bandorê li pêvajoyê bike. Yên ku herî zêde dikarin sûdê ji yekîtiya neteweyî û nirxên demokratîk bigirin û wan bi pêş bixin, jin in. Lewma em bang li hemû jinên li Başûrê Kurdistanê dikin ku helwestê nîşan bidin."