KJK: Berxwedana Guven tirs berda dilê faşîzmê

KJK'ê berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîdê silav kir û got, "Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye."

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî da û Leyla Guven silav kir ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Çalakiya ku zêdeyî meheke dewam dike, li Kurdistanê û derveyî welat pêl bi pêl belav bûye. Leyla Guven ku bû dengê Kurdên bi rûmet û welatparêz, bi çalakiya xwe serî li ber herikîna zalim û neheq a dîrokê rakiriye."

'BERXWEDANÊ TIRS BERDA DILÊ AKP'Ê'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Êrîşa desthilatdariya AKP-MHP a li dijî Rêber Apo, bûye asta herî bilind a êrîşên li hemû parçeyên Kurdistanê. Lewma, tecrîda ku niha tê ferzkirin di şexsê Rêber Apo de ji bo şikandin û teslîmgirtina vîna Kurdên azad e. Leyla Guven bû dengê rêxistinbûyî yê gelê me ku dibêje 'Jiyanek bê Rêbertî nabe'. Vê gava Guven tirseke mezin berdaye dilê rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst. Gelê me, jinên me li dijî tarîtiya faşîzmê li dora Leyla Guven li hev civiyan. Êrîşkariya dewleta AKP'ê jî nîşaneya tirsa ji vê yekê ye.

Lewma, em hewldanên dewleta AKP a faşîst ên ji bo astengkirina çalakiya rewa ya gel û jinên me, bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin; bi berxwedanê em ê faşîzmê teqez têk bibin. Bersiva herî baş a li êrîşan, mezinkirin û zêdekirina çalakiyan e. Bi vê wesîleyê, di serî de Leyla Guven a ku bûye nîşaneya wêrekî, fedakarî û welatparêziyê, çalakiya hemû dayik, jin û mirovên me yên welatparêz ên bûne beşek ji vê berxwedana bi rûmet silav dikin. Di heman demê de em grevên birçîbûnê yên bi sedan şoreşgerên li zindanan silav dikin. Em pê bawer û piştrast in ku gelê me yê dibêje 'Berxwedan wê bi ser bikeve, faşîzm wê têk biçe' û li dora azadiya Rêber Apo li hev civiyane, wê azad bibe. Bi mezinkirina berxwedana rêxistinbûyî em dikarin dewleta AKP'ê ya faşîst a êrîşkar têk bibin. Xwedîderketina li Rêber Apo xwedî derketina li azadiya xwe ye. Rastiya Rêber Apo û nirxên ku ew wan îfade dike, nirxên demokrasî, azadî û wekheviyê yên mirovahiyê, gelan û jiann e. Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye. Sekna me ya têkoşîn û berxwedanê, sekna parastina van nirxan e."

Di daxuyaniyê de êrîşên AKP'ê yên li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê hatin şermezarkirin.

'EM Ê BI HÊZA XWE TEQEZ BI SER BIKEVIN'

Di dawiya daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de hate gotin, "PKK'ê heta niha xwe spartiye hêza xwe û bi birêxistinkirina hêza xwe mezin bûye. Di nava tinebûnê de li Kurdistanê rê ji ber ji nû ve vejînê vekir. Komploya navneteweyî bi berxwedana Rêberê me, gelê me û jinan gelek caran hatiye pûçkirin. Bi hêza xwe, bi rêxistinbûn û yekîtiya xwe, bi nirxên xwe yên azadiyê ku di 41 salan de hatin afirandin em bûne tevgereke gerdûnî. Em ê vî şerê azadiyê teqez bi ser bixînin. Ya ku me bi ser bixîne, berxwedana bi bîr û baweriya mezin a azadiyê ya bi gelan, bi mirovên ji her bawerî û jinan re ye. Em ê li ser esasê hêza xwe jiyaneke nû bi hev re biafirînin."