Tevgera jinên Kurd KJB’ê (Koma Jinên Bilind) bal kişand ser grevên bê dem û dorneveger ên di girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyêku mehek xwe tije kir û got: “Xwedî li dengê ji zindanan tên derkevin”.
Gireva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger yên girtiyên PKK û PAJK’ê yên girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê dabûn destpêkirin mehek xwe tije kir. Der barê grevê de Koordînasyona KJB’ê daxuyaniyek da û berxwedana zindanan silav kir.
Koordîasyonê destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê êrîşên xwe bi awayekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtine navendê didomîne û diyar kir ku di polîtîkayên xwe yên tasfiyeyê de pêkanînên nû anîne rojevê.
LÎSTIKA POLÎSÊ BAŞ, POLÎSÊ XERAB
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “AKP li aliyekî polîtîkayên xwe yên şer zêde dike û li aliyê din jî şêwaza polîsê baş û polîsê xerab dixe rojevê. Mînaka vê ya dawî jî li Amedê daxuyaniya Midûriyet aPolîsana ya ku tayinê Amedê hatiye kirin. Gotinên Midûrê Midûriyeta Polîsan a wekî ‘Kesên ji bo terorîst negirîn, ne mirov e’ beriya her tiştî israra terorîzekirina berxwedana azadiyê û berxwedêrên yên herî rewa ye. Polîtîkaya terorîze bike, bikuje û bigiriye! Ev polîtîka ji bilî kuştina kurdê azad tu nêzîkatiya wê tune. Ev dîsa pir vekirî û careke din li xwe mikurhatina kuştina kurdê azade. Yanî bi awayekî herî klasîk polîtîkaya ‘kurdê herî baş kurdê mirî ye’. AKP her çiqas bi van rêbaz û bendewariyan hêvî bike polîtîkaya wê pêk were, jî dîsa nîşaneya wê ya îflaskirinê ye.”
Koordînasyona KJB’ê da zanîn ku ev salek û 3 meh e Ocalan di tecrîda giran de ye û di bintecrîda giran de berxwedana dîrokî nîşan daye û wiha got: “Rojeva esas ya gelê kurd başkirina şert û mercên Rêbertiyê yên azadî-tenduristî û ewlehiyê ne. Bi vê daxwazê ev meheke li girtîgehan greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger hatiye destpêkirin.”
KESÊ DIBÊJE EZ MIROV IM DIVÊ DENG BIDE
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevalên me yên ku meheke bedena xwe dane ber mirinê, avêtine hucreyên yek kesane û şert û mercên wan ên jiyanê girantir kirine. Bi van pêkanîna hewl didin berxwena wan bişkînin. Ligel van hemû êrîşan berxwedana zîndanan her diçe mezintir dibe. Di nav çar dîwaran de ligel hemû bêderfetiyan bedenê xwe dane ber mirinê û li dijî konsepta îmhayê sekînîne û ji bo başkirina şert û mercên Serokatiyê berxwedaneke mezin nîşan didin. Di rewşa heyî de rewşa hevalên me hatiya asteke krîtîk. Ev jî tê wateya rîska jiyanî. Her kesê dibêje ez mirov im û xwedî wijdan in divê vê berxwedanê derbikevin.
Li ser vî esasî di serî de jin, ciwan û hemû gelê me divê dengê xwe bilind bike û li berxwedana zindanan de xwedî derbikeve û li dora daxwazên wan bibin xelek. Em bang li hemû demokrat, rewşenbîr, rêxistinên mafê mirovan, rayagitşî ya keder dikin ku bila xwedî li berxwedana zindanan derkevin.”