Endama Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) Çiçek Tekoşîn grevên bêdem û bê dorveger ku ji aliyê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ve girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê dane destpêkirin nirxand. Tekoşîn diyar kir ku, berxwedana zindanê çawa ku di paşerojê de têkoşîna azadiya gelê Kurd bilind kiriye, dê îro jî cardin bilind bike.
Endama Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) Çiçek Tekoşîn di derbarê grevên ku ji aliyê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ve ku girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê dana destpêkirin nirxand. Tekoşîn anî ziman ku, berxwedana li girtîgehan polîtîkayên AKP’ê yên girtîgeh dagirtin û bi vî rengî teslîm girtin carekedin vale derxistiye. Tekoşîn da zanîn ku, ji ber vê hikûmeta AKP’ê bê xem nêz dibe û wiha axivî: “Mirinên ku derkevin holê hikûmet berpirsyare. Em weke tevger bi biryarin ku, me pêngava ji bo azadiya Ocalan daye destpêkirin hetanî dawiyê bibin. Grevên birçî bûnê gihane asta mirinê û her ku diçe tevlîbûn ji grevên bêdem û bêdorveger re çêdin. Em bangî kesên berpirsyar û têkildar dikin ku li dora girtîgehan kom bibin û alîkarî bidin tekoşîna wan.
‘BERXWEDANA SEROKATÎ’
Tekoşîn destnîşan kir ku, ji bo gerîla tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullaha Ocalan bişkîne şerê şoreşê daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Ev 13 sale Birêz Ocalan di bin derfetên giran de di nav hewildana çareseriyê di de meşandin. Ji bo ku pêvajo ne xetime Serokatiya me hetanî hûn mercên azadî, tendirustî û ewlehiyê baş nekin ez dê tevlî pêvajoyê nebin gotibû. Li ser vê yekê hikûmet ev 450 rojin destûr nade ku hevdîtin bên çêkirin. Bi vê re pêvajoya berxwedana Serokatî jî destpêkir. Ji bo vê gerila pêngava şerê şoreşgerî da destpêkirin. Pêngava şerê şoreşgerî hişt ku polîtîkayên dewleta tirkiye yên hundir û derve ser û bin bibin.” Tekoşîn radihand ku, ji bo berxwedana Serokatî hîn bêtir bi wate bibe û ji bo her sê xalên Serokatî bala kişandî ser bên cih, bi sedan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê û welatparêzên meyên şeroşger ku dest bi greva bêdem û bêdorveger kirin kete roja 35’an. Armanca vê çalakiyê ew ku leyîstokên qirêj ên li ser Rêber APO bên rakirin û mercên azadiyê bên cih.
‘EM BERXWEDANA GIRTÎGEHAN SILAV DIKIN’
Tekoşîn diyar kir ku, berxwedana hevpar ya gel, gerîla û girtîgehan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane. Tekoşîn bal kişand ser berxwedana girtîgehan û wiha pê de çû: “Em berxwedana girtîgehan silav dikin. Têkoşîn destnîşan kir ku, 35 rojin berxwedana li girtîgehan didomin û êdî ber bi xetereyê ve diçe. Têkoşîn wiha dom kir: “Girtiyên ku bedena xwe ji mirinê re razandine jiyana wan ber bi xetereyê ve diçe dibe ku şehadet pêk bê. Rêhevalên ku li girtîgehan têdikoşin di daxwazên xwe de bi israrin. Dibe ku dewlet li hemberî girtîgehan êrîşek pêk bîne. Kesên ku di hucreyên yek kesan de dimîne rayedarên dewletê nahelin girtî hewcedariyên xwe pêk bînin. Dewlet dixwaze berdxwedana girtîgehan pûç bike.”
‘POLÎTÎKAYÊN FAŞÎZMÊ’
Têkoşîn qala hevkariya hikûmeta AKP’ê û cemaetê kir û wiha got, di sala 2009’an de bi navê KCK’ê bi 10 hezaran Kurd hatin girtin. KJB di daxuyaniyê xwe de destnîşan kir ku, tenê armanceke dewletê heye xirab kirina yekîtiya Kurd û wiha dirêjî da nêrînên xwe: “Berxwedana girtîgehan polîtîkayên faşîzmê yên AKP’ê pûç kir. Çend deh hezaran Kurd li girtîgehan bin, dîsa jî li girtîgehan berxwedan didomin. Berxwedana girtîgehan di dîrokê de asta azadiya gelê Kurd bilind kir û niha jî bilind dike. Her wiha MLKP û girtiyên ku di doza Biryargeha Şoreşgerî tên darizandin piştgirî dan berxwedana girtiyan. Ev hewildaneke bi rûmete.”
‘DEM DEMA BERXWEDANÊ YE’
Têkoşîn anî ziman ku, Tevgera Azadiyê ya Jinan jî di vê pevajoyê de gavên gelek girîng avêtin û girtiyên jin jî pêşengiya berxwedana girtîgehan kir. Têkoşîn wiha nêrînên xwe bilêv kir: “Di komployê de gelê me vînek gelek mezin nîşan da. Niha berxwedana li girtîgehan dê belav bibe û bighije bi milyonan kesan. Niha berxwedana li çiyê, li girtîgehan, Ewropayê û navendên din pêk tê betir mirovan nêzî azadiyê dike. Kurdên ku jiyaneke bi rûmet dixwaze divê li hemberî polîtîkayên qirêj ên AKP’ê xwe zelal bike û têkoşîneke hevpar bide. Divê êdî hesabên biçûk neyên kirin, ji ber ku ev hesab êdî feydeyê nade kesan. Bi mehane hevdîtina bi Rêbertiya me re naye kirin. Ev tişt ji bo Tirkiyeyê xetereyeke mezine. Berxwedana li girtîgehan hatiye astekî û girîng. Ji bo berxwedêr jiyana xwe ji dest nedin divê raya giştî û mirovên bi hîstiyar guh bidin dengê van û piştgirî bidin.Ev dem ne deme rûniştinê ye. Dem dema berxwedanê ye. Ji bo gelê Kurd û jinên Kurd tenê tiştek heye ev jî azadiyê.”