Tevgera Jinan Kurd KJB ku xwe li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn û qada navnetewî de rêxistina berfireh kiriye, 14’emîn salvegera Komploya 9’ê cotmehê de ya hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, careke din lanet kir û banga ‘Bilindkirina serhildanan’ kir.
Koma Jinên Bilind (KJB) got; “Dem dema bidestxistina dîrokê ye. Dem dema ku gelê kurd nêzî azadiyê ye. dem dema derbaskirina lanetkirkina komploya navnetewî ye û bi rêbertiya me re berbi serkeftinê çûyîne.”
Koordînasyona KJB’ê bi wesîleya 14’emîn salvegera komploya 9’ê cotmehê ku bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Suriyeyê bi encam bû peyamek weşand û wiha got: “Têkoşîna ku me wekî tevger û gel di esasa azadiya Rêber Apo de diyar kiriye bedela çi dibe bila bibe heta ku encam neyê bidestxistin dê bidome.”
Peyama KJB’ê got; “Em komploya 9’ê cotmehê ya sala 1998’an ya li hember Rêbertiya me pêk hat careke din nelet ikin. Ev komploya ku DYA, Îngîlîstan, Îsraîl , YE, Yewnanîstan, Rûsya û dewletên herêmê pêşengiya wê kirin di şexsê Rêber Apo de lihemberî gelê kurd, jinên kurd û nasnameya azad pêk hatiye.
Tevgera jinên Kurd wiha domand; “Azadiya Rêber Apo azadiya me jina ne. Azadiya gelê me ye. Li hemberî komploya navneteweyî di serî bi şîara ‘Hun nekarin roja me tarî bikin’ hevalên me yên leheng ku bedena xwe dan ber agir, em bejna xwe li ber wan ditewîinin. Em hemû şehîdên fedayî bibîrtînin û soza xwe ya ku dê xeta wan bilintir bikin careke din tînin ziman. Heta ku azadiya Rêber Apo neyê bidestxistin em dê têkoşîna xwe bidomînin.”
KJB’ê ev bang li jin û gelê Kurd kir; “Dem dema bidestxistina dîrokê ye. Dem dema nêzîkbûna azadiya gelê kurd e. Dem dema serkeftinê ye. Di vê esasê de em bang li hemû jin, ciwan û gelê xwe dikin ku bila li dora Rêbertiyê bibin xelek û têkoşîna xwe bilind bikin. Em bang li hemû kedkar, rewşenbîr, demokratîk, kesên azadîxwaz, kesên wekheviyê dixwazin dikin û bila bi gelê kurd re tevli berxwedanê bibin. Dem dema li dora Rêbertiyê xwe bibin xelek e.”