KJAR: Girtina buroyên RJAK û Tevgera Azadî nayê qebûlkirin

Tevgera Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyeke nivîskî girtina buroyên RJAK û Tevgera Azadî şermezar kir û xwest ku bila qedexeya li ser van saziyan were rakirin.

Tevgera Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyeke nivîskî girtina buroyên RJAK û Tevgera Azadî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di encama polîtîkayên netewedewlet de, bi sedsalan in ku welatê me Kurdistan di nav çend dewletan de hatiye parçekirin. Sînorên ku li nav erdnîgariya Kurdistanê hatine xistin, birînên mezin bi taybetî di asta zihniyetê de dane çêkirin. Bi destê rêveberiyên desthilatdar ên hevkar û xwefiroş, Kurd ji hev hatine dûrxistin. Di sedsala dawîn de jî rengê jihevdûrxistina Kurdan hatiye guhertin û qirkirinên mezin li ser gelê Kurd hatiye meşandin. Gelek serhildan û berxwedan hatine lidarxistin. Bi qasî berdêlên giran ên hatine dayîn, destkeftiyên gel jî çêbûne. Li her çar perçeyên Kurdistanê vîneke diyar a gel derketiye holê û êdî Kurd dikarin siyaseta xwe bixwe bimeşînin. Lê belê bi taybetî li Başûrê Kurdistanê, di maweya ku êdî Kurd bûn xwedî dewlet de siyaseta li ser navê gel hat kirin ya rastî pir zêde jî nûneratiya Kurdên azad pêk neanî. Siyaseta hat kirin, zêdetirî xwe ji parastina berjewendiyên gel wêdetir ji bo xurtkirina berjewendiyên eşîr û malbatek bû. Her wiha di xeta PDK’ê de ya ku li ser gel hat ferzkirin ji siyaseteke desthilatdar wêdetir ne tiştek bû. Bi vî rengî têgîna siyasetê jî di bîr û hafîza gelê Başûr de weke karekî qirêj cihê xwe girt. Di hilbijartinên dawiyê de tenê ji sisêyan yek gel çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Ev jî rewşa bêhêvitiya ji siyaseta heyî pir aşkera û zelal nîşan da.

Bêguman deshilatdarî ji ber karakterê xwe yê tekperest, ji derveyî xwe rê nade tu hêzeke din a demokratîk ku bikaribin siyaseteke azad a gelan bimeşînin. Bi salan in li Başûrê Kurdistanê siyaseta ku PDK dimeşîne bi vî rengî ye. Lê YNK di heman mijarê de zêdetir xwedî helwestên aştiyane bûn. Her wiha rêxistinbûna beşên din, ji bo xwe weke xeterî nedidît. Niha bi zextên ku li ser YNK’ê tên kirin tê xwestin ku ber bi xeta PDK’ê ve were kişandin. Ya rastî YNK bi siyaseta aydî xwe dikaribû rengê xwe, xwebûna xwe biparêze. Lê belê bi girtina buroyên RJAK û Tevgera Azad heman helwesta xwe berdewam nekir. Bi taybetî êrîşên li ser buroyên jinan, RJAK’ê li ser navê demokrasî û azadiyê hîç tu pêşketinek ava nake. Berevajiyê vê, weke dînamîka herî zindî ya civakê jin, dema ji siyasetê were derxistin, wê di nirxên demokrasî û azadiyê de kêmbûn û tengbûnên cidî pêk werin. Nîvê civakê ji temsiliyeta xwe mehrûm bimîne. Eger hema bêje li tu derekê êrîş li ser rêxistinên jinan pêş nakevin tam jî ji ber zanîna vê rastiyê ye.

Em KJAR rêxistineke ji bo azadiya jin û civakê têdikoşe, van êrîşan rast nabînin û tu car qebûl nakin. Ev êrîş li ser îradeya jina azad, li ser nirxên eslî yên mirovahiyê ne. Îro tevahî mirovahî li ser mijarekê hemfikir e ku civakeke jin têde azad nebin ew civak jî azad nîne. Em van êrîşan weke paşdegavavêtinên ji nirxên mirovahiyê dest digirin û şermezar dikin. Û em dibêjin YNK pêwîst e di zûtirîn demê de biryara qedexekirina li ser RJAK û Tevgera Azadî rake. Dîsa em bang li hemû rêxistin û pêkhateyên aştîxwaz û demokrasîxwaz dikin ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin. Helwestên xwe yên mirovane nîşan bidin.”