KJAR: Em ê bersiva herî watedar bidin Qetlîama Parîsê

KJAR‘ê di daxuyaniya xwe de got: “Di çaremîn salvegera komkujiya Parîsê de, em Heval Sara û her wiha hevrêyên me yên azadiyê heval Rojbîn û Ronahî, bi minetdarî û bi rûmeteke mezin bi bîr tînin. ”

Bi boneya çaremîn salvegera komkujiya sê jinên şoreşger Sakîne, Rojbîn û Ronahî Koordînasyona KJAR’ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî  weşand, jinên şoreşger bi bîr anî û sonda bilindkirina têkoşînê da û got: “Mirina biguman a tetîkkêş Omer Guney ji bo veşartina hêzên li pişt vê komployê ye.”

KJAR’ê diyar kir ku Sakîne Cansiz pêşenga têkoşîna azadiyê û berxwedanê ye û her sê jinên şoreşger bi van gotinan bi bîr anî: “Di çaremîn salvegera komkujiya Parîsê de, em Heval Sara ku pêşenga têkoşîna me ya azadiyê û berxwedanêye û her wiha hevrêyên me yên azadiyê heval Rojbîn û Ronahî, bi minetdarî û bi rûmeteke mezin bi bîr tînin, her wiha hêz û mîhwerên ku komkujiya Parîsê pêk anîne bi nefret lanet dikin, şermezar dikin.”

‘DI ŞEXSÊ HEVAL SARA DE TEVGERA AZADIYA JINÊ HATIYE HEDEFKIRIN’

Daxuyaniya KJAR’ê wiha didome: “Komkujiya Parîsê wê ti caran ji bîra me neçe û wê di dîroka gelê me de cih bigire. Em vê weke berdewamiya komploya li ser Rêber Apo dibînin, di şexsê heval Sara de Tevgera Azadiya Jinê hatiye hedefkirin.”

 ‘KOMPLOYA PARÎSÊ AŞTÎ JÎ KIRIYE HEDEF’

KJAR’ê di daxuyaniya xwe de cih daye kesayeta Sakîne Cansiz (Sara) û wiha berdewam dike: “Têkiliyên hevrê Sara yên bi Rêber Apo re, bi qasî îdeolojîk, felsefîk û etîk bûn, di heman demê de li ser esasê dîrokî û civakî xwedî wateyeke kûr bû. Heval Sara ku li ser bingeha hevpeymana azadiyê bi Rêber Apo re hevaltiyê bi ser xist, di têkoşîna xwe ya çil salan de, her tim li gorî vê girêdaniyê pêş de çû. Bi dilxwazî beşdarî Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk bû ku Rêber Apo ew pêş xistibû û hewl da ku paradîgmayê bi kûranî fêm bike, bi vê sekna xwe her tim di nava ked û hewldanê de bû ku pêvajo ber bi çareseriyê ve biberide. Komploya Parîsê di vê wateyê de di şexsê heval Sara de ‘Aşitî’ kiriye hedef.”

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ji bo aştî pêk neyê û şer gûr bibe hinek navendên kûr  kar kirine û wiha didome: “ Mîhwerên faşîst ên ku bi xwînê xwedî dibin, di seri de MÎT, pêkhateyên kûr ên dewleta Tirk û palpiştên wan ên ji derve xwestin ku bêçareseriyê û şer, weke yekane vebijêrkekê bi pêş bixin. Helwesta Rêber Apo a bi baldariyeke mezin, sebir û têkoşînê valaderxistina vê komployê bû. Rêber Apo, vê komploya Parîsê weke ‘Duwemîn komkujiya Dersîmê’ bi nav kiriye û di vê wateyê de helwesta hesappirsîna komploya Parîsê bi awayekî bi hêz pêş xistiye. Devleta Tirk a faşîst ku vê yekê hezim nekir, li hemberî Rêber Apo bi pêşxistina tecrîdê, li dijî Tevgera Azadiyê û gelê me konsepta şerekî nû xistiye dewreyê. Li hemberî vê li Bakûrê Kurdistanê di xeta berxwedaniya Sarayan de berxwedaniyeke bêhempa pêş ketiye.”    

‘JINÊN KURD BI MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ BERSIVA KOMKUJIYÊ DAN’    

 KJAR’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand li ser têkoşîna jinan û hewldanên astengkirina komkujiya Parîsê û wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Armanca vê komployê tirsandina çavên jinên Kurd bû. Jinan bi têgihiştin û biryardariyeke mezin a têkoşînê, helwesta mezinkirina têkoşîna azadiyê esas girtin. Tevgera Azadiya Jinê, şoreşa jinê ku li Rojava dest pê kir û hewl dide û têdikoşe ku vê şoreşê li tevahî Rojhilata Navîn û dinyayê berfireh bike, bersiva herî mezin da vê komkujiyê. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat têkoşîna me ya azadiya jinê, di her qada jiyanê de bi hesappirsîna komkujiya Parîsê bi pêş ve diçe. Îro li Rojava Arînan, li Şengalê Bêrîvanan, li Bakur Sêvêyan, Pakîzeyan, Fatmayan, li Rojhilat Zîlanan, Şîrîn Elemhûliyan û Zeynep Celaliyan dibin Sara, Rojbîn û Ronahî.”

 ‘EM Ê RUH Û BIRYARDARIYA HEVAL SARA, LI ROJHILAT BI PÊŞXISTINA ŞOREŞA JINÊ PÊK BÎNIN’

Daxuyaniya KJAR’ê bi van gotinan bi dawî dibe: “Em weke nasnameya jiyana azad a jinên Rojhilatî û Îranî KJAR’ê, sekn u xeta têkoşînê, ezim, ruh û biryardariya hevrê Sara, li Rojhilat, em ê têkoşîna pêkanîna şoreşa jinê bi radîkalî civakî bikin.  Em ê bi soz û pratîka xwe ya pêkanîna Şoreşa Rojhilat ku heval Sara li benda vê şoreşê bû û xeyala wê bû, weke bersiveke herî watedar ji komkujiya Parîsê re bidin. Li ser vî bingehî em bang li hemû jinan û gelê me dikin ku bi awayekî bi hêz înşaya jiyana azad pêk bînin û li ser esasê berxwedêriya Sarayan têkoşînê bilind bikin.”