KJAR:Divê 3’yê Tebaxê roja ‘têkoşîna li dijî femînîsîd û qirkirinê' bê îlankirin

Koordînasyona KJAR’ê ji bo salvegera 6’an a Qirkirina Şengalê daxuyaniyek da û ragihand ku divê 3’yê Tebaxê weke roja ‘Têkoşîn li dijî femînîsd û qirkirinê’ bê îlankirin. KJAR’ê bang li jinan kir ku têkoşîna jinê bilind bikin.

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî Qetlîama 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê daxuyaniyek da û ev got:

“Hêzên desthiatdar û dagirker bi avakirin û pêşî lê vekirina çeteyên DAÎŞ’ê di Kurdistanê de gelek qirkirin pêk anîn. Bi wan qirkirinan carek din di dîroka mirovahî de êş û birînên ku heyi kûr kirin. Xirabiya ku bi rêya tarîtiya DAÎŞ’ê gihişt wê erdnîgariyê tenê bi qirkirina Êzîdiyan re sînordar nema; di heman demê de gelên wek Ereb, Suryan, Ermen û Kurd ji kir hedef. Lê belê feminisida ku di 3’ê Tebaxa 2014 de li dijî jinên Êzidî hate pêkanîn bi armanca qirkirina tevahî Êzîdxanê hate pêşxistin. Di roja 3’ê Tebaxa 2014’de çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê zêdetirê pênç hezar Êzîdiyên ku piraniya wan jin, zarok û pîrûkal qetil kirin. Bi hezaran kes ji warê xwe bûn, kesên ku dîl ketibun destê DAÎŞ’ê rastî nêzîkhatiyên wehşet dihatin, bi komî destdirêjî jinê kirin û di bazarên koleyan de hatin firotın. Qirkirina ku hate kirin, di hefizeya Êzîdiyan û Êzîdxanê de wek ‘’Fermana 73.’min’’ ma. Hemû şahid, vegotin û belge jî, ji bo ku asta wehşeta wê qirkirinê raxe ber çavan têrê nakin. Civaka Êzîdî hîn jî nekariye birînên fermana 73’min bipêçe. Hîn jî nêzî sê hezar jin û zarokên ku DAÎŞ revandiye û aqubeta wan ne diyar hene. Ruxmî ku bi sedan jin û nêzî du hezar zarokên Êzîdî ji destê DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin ji, hîn ev pirsgrêkên xwe ên civakî, derunî û fizyolojİîk nekarîne derbas bikin. Dewleta Tirk tenê berê çeteyan ne da Şengalê, di heman demê de bi rengekî fermî balafirên xwe yên şer ve gelê Êzîdî bi êrîşên hewayî ve qetilkir û heya îro jî qetlîamên xwe didomine.

Em KJAR qikrkirina ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê û piştgiriya hêzên desthilatdar û dagirker pêkhatiye bi tundî şermezar dikin. Di sala heftemîn de di şexsê Şêhîdên me yên pêşeng mamê Êzîdiyan, Mam Zekî, Nazê, Nûjiyan, Dilgeş, Bêrîvan, Berxwedan û Zerdeştan de hemû şervan û parazvanên ku bi hawara gelê xwe yê Şêngalê de çûn û li hemberî qirkirinê bi qehremanî û fedayîtiyekê mezin şer kirin û şehîd bûn bi hurmet bibîr tînin û ruhê ku ji bo azadiyê şerkirin silav dikin.

Jina Kurd bi fikir û feslefeya Rêber Apo tevgera xwe ya azadiyê ava kir. Li hemberê hêzên desthilatdar û dagirkeriyê di her hêlê de şerkir û têkoşiya. Ev têkoşîn bi dehan salanin bi awayekê bê hempa dimeşe û di serî de di hêla îdeolojîk û rêxistinî de û di hêla çekdarî de jî hate pêşxistin. Jin hêza xwe ya parastinê ava kir û li hemberî desthilatdariya dewletê, li hemberî çeteyên wan DAÎŞ ê, Yekîneyên Parastina Jinan (YJŞ) ava kir. YJŞ ji bo azadiya civaka Êzîdxanê pêşengî kir û pêşî li qirkirinê girt. Hêza parastina cewherî ya jina Kurd, hişt ku di nava herêmê û cîhanê de rastî eleqeyekê mezin bê û bi hezkirinek mezin were pêşwazî kirin. Ji bo hemû jinên azadîxwaz bû îlham, bû moral, bû baweriya têkoşîna azadî û şoreşa jin.

Gelê Kurd di dîroka xwe de bi gelek qirkirinan ve rû bi rû maye. Ji ber sepandina jiyana kole ya hêzên desthilatdar li ser jin û gelê Kurd, polîtîkayên qirkirinê hertim hatine meşandin û heya îro jî ev polîtîka tênê berdewamkirin. Hêzên sermayedar, desthilatdar û qirker, qirkirina ser gelê me yê Êzîdî jî, bi destê AKP- MHP û hêzên noker yên heremê bi taybet jî bi hevkariya PDK pêşxistin. Şervanê gel hêzên YPG- YPJ bi hemleya Bahozê DAÎŞ ê têkbirin. Ev jî tolhildan û mîzginiya rizgarkrina hemû jinên Êzîdî bû. Rêber Apo bi pêş ditina xwe ji bo gelê Şengalê û ji bo parastina jinan hin nirxandinan kir û girîngiya hêzên parastin û rêxistinkirina gel anî ziman. Ji bo vê jî şervan û mîllîtanên Rêber Apo pêşî li vê qirkirinê girtin û carekê din bûn parazvan û avakerê pergalekê nû yê gelê xwe. îro Şengal di eksena paradigmaya Rêber Apo de, bi paradigmaya civaka ekolojîk, demokratîk, û azadiya jinê de ji nû ve ava dibe û tê parastin. Civaka Êzîdî li ser esasê pîvana ehlaqî û polîtîk ve îro xwe bi rêve dibe, hemû civak, bi taybet jî jin îro bi fikrê azadiyê xwe ji nû ve avadike û li hemberê desthilatdariyê, dagirkeriyê disekine. Gelê me yê Êzîdî bi sazî û dezgehên xwe pergala xwe avakirin û bi hêzên xwe yê parastina cewherî xwe diparêzin.

Wek KJAR’ê em dizanin ev zîhniyeta ku jinan derdixe bazarên koleyan, wek malûmilkekî taqas dike, zîhniyeta desthilatdar e ku, di cewhera xwe de hewldide ji têkoşîna azadiya jin ya li rojhilata navîn pêşdikeve tol bigre.

Lewre em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li kûderê dibin bila bibin, têkoşîna azadiya jîn ji bo jinên ku rastî tundûtîjî tên, tên qetilkirin û tine tên hesibandin bilind bikin.

Her wiha ji ber salvegera roja qirkirin û femînîsîda li dijî gelê Êzidî em bang li herkesî dikin ku heta ku 3’ê Tebaxê wek ‘’roja têkoşîna li dijî femînîsîd û qirkirinê’’ were naskirin têkoşîna xwe di qadan de, di sazî dezgehên navnetewî de bidomînin û bihêzbikin.

Herî dawî jî em KJAR’ê dibêjin ku; ev qirkirin ne tenê li ser jinên Şengalê li ser hemû jinên cîhanê hatiye meşandin. ji bo wê jî hemû jinên cîhanê li hemberê vê dagirkeriyê sekinîn û têkoşîyan û ji îro şûn ve jî hemû jinên Êzîdî û jinên azadixwaz wê her daîm bi vê zanebûnê tevbigerin. Bi tekoşîna ku îro li çar parçeyê Kurdistanê dimeşe bi pêşengiya jinan ve emê bi azadî û serkeftinê tacîdar bikin û emê tu car nehêlin ku çira Êzîdxanê vemire, ji bo ku her tim gûr û geş bimîne eme berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin.”