Kişanak li Osloyê beşdarî semînera jinan bû

Kişanak li Osloyê beşdarî semînera jinan bû

Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak li paytexta Norwec Osloyê beşdarî semînera ji aliyê International Forumê (Foruma Navneteweyî) ve hate lidarxistin bû. Kişanak der barê xebatên jinên Kurd ên Bakûrê Kurdistanê de agahî da. Nunera NY’ya Başûrê Kurdistanê Şîrîn Amêdî jî der barê rewşa jinên Başûr û aktîvîsta mafê mirovan Negîn Şeixolislamî behsa zextên li ser jinên Rojhilat kir.

Li Oslo di semînara jinan a ku li ser rewşa jinên kurd ji aliyê International Forum bi desteka partiya desthilatdar Partiya Karker AP a Norwecê ve hatî amadekirin, Hevseroka giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî beşdar bû. Di vekirina semînerê de Roja Darian ku endamek aktîf a AP’yê ye, xêrhatina hemû beşdar kir û piştî rêzgirtinê li ser girîngiya vê semînerê çend gotin anîn ziman.

Axaftina despêkê ya semînarê Seroka International Forum Marit Nybakk kir. Marit piranî li ser dîroka şoreşa jinên Norwec ji sala 1911 heya îro, astengî û zehmetiyên wan û her wisa rewşa îro ya jinên Norwec têda ne anî ziman.

Marit di heman demê de jî Cîgira Seroka Meclisa Norweç e û heta niha gelek caran di komîte û panelên li ser Kurdan û bi taybet jinan de cîh girtiye.

Li ser rewşa jinên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê Hevseroka BDP ê Gultan Kişanak axaftin kir. Hêjayê gotinê ku berê Kişanak dest bi axaftina xwe bike, gel ve bi çepik û tîlîliyan rabûn ser piyan. Kişanak di axaftina xwe da zor û zehmetiyên ku jina kurd di nav de derbas bûye, zexta sîstema dagirker a dewleta tirk li hember jinê û şoreşa berxwedanê ya roja îro ku jin têde ye anî ziman.

Di axaftinên xwe da Kişanak li ser xebat û projeyên ku BDP’ê yên ji bo jinan pêk anîne û her wisa plan û bernameyên heyî da rola jinê, sîstema hevserokatî û xebatên di nava civakê da erka dikeve ser jina kurd anî ziman. Kişanak di berdewama axaftina xwe da bi îstatîstîk li ser ekrana mezin hejmara endamên Jin yên parlamenter, şaredar, endamên meclisên bajaran û jinên îro di girtîgehan dane ku nav wan da parlamenter jî hene nîşan da û herwisa rewşa jinê di asta aborî û civaka hevbeş da anî ziman.

Kişanak anî ziman ku ew weku jinên Bakûrê Kurdistanê çavên wan li ser hemû jinên kurd e û dê destek û xebata rêxistina ji bo yekîtiya netewî kêm nekin û herwisa bi hemû hêz û alîkarî vê xwedî li şoreşa jinên Rojava jî derkevin. Di dawiya axaftina xwe da Kişanak bal kişande ser girevên bircîbûnê û rewşa jinan a di girtîgehan de.

Li ser rewşa jinên Rojhilat jî aktîvîsta mafê mirovan Negîn Şeixolislamî bi berfirehî zor û zextên rejîma Komara îslamî ya Îranê ya li ser jina kurd heyî anî ziman. Negîn di axaftina xwe de bal kişande ser şoreşa jina kurd a îro, bi taybet berxwedana di girtîgehan da ku jina kurd rû bi rû ye. Negîn li ser berxwedana jinan çend gotin ji nameya Şîrin Elemhulî ku di bin îşkencye giran da mabû û di sala 2010 an da bi 4 hevalan xwe yên din re hatibûn dardekirin anîn ziman. Herwisa Negîn li ser zextên girtiyên weku Zeyneb Celaliyan û zexta ku komara îslamî a bi rêya ol li ser jinê heyî anî ziman.

Li ser rewşa jinên Başûr jî nunera NY’yê (Neteweyên Yekbûyî) a Herêma Kurdistanê Şirîn Amedî axafin kir û hewildanên wan yên ji bo xebatên jinan anîn ziman.

Hate zanîn ku Hevseroka BDP ê Gultan Kişanak di gera xwe ya Oslo de, çendîn hevdîtin bi gelek parlementer, nunerên rêxistin û saziyên Norvecî pêk aniye û êvara şemî beşdarî semînara rêxistina mafên kurdan a li Norwec, RKR bûye û herwisa berê ku bizivire Tirkiyeyê dê îro (yekşem) saet 14 an vê li Komela Çanda Kurdistan a Oslo jî beşdarî civîna gel bibe.

Hêjayê gotinê ku kampaniya komkirina îmzayan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê semînerê de jî ber çav bû û rastî eleqeyek mezin hat. Hate zanîn ku qasî 100 îmza li vir hatine komkirin û di nav wan da îmzaya Seroka International Forum Marit Nybakk jî heye.