Kişanak û Tuncel nehatin berdan

Dadgehê, rûniştina Gulten Kişanak û Sebahat Tuncel cara 7. taloq kir. Biryara rewşa girtî mayîna herdu siyasetmedaran hat dayîn.

Rûniştina 7. a Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel lê dihat darezandin li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Meletî pêk hat.

Rûniştin ji aliyê Endama HDP PM Aliye Kizildamar, Hevseroka DBP’ê ya bajarê Gurgum Done Goksûngûr, Hevseroka DBP’ê ya bajarê Meletî Nermîn Tuncel, Rêveberên HDP’ê yên bajarê Meletî, endamên Navenda Giştî ya DPB’ê Sevîm Adsoy, Halîde Turkoglû, Gûrûm Bayram û gelek nunerên komele û sendîkayan ve hate şopandin.

Kişanak û Tuncel tevlî rûniştinê nebûn.

Heyeta Dadgehê, biryara rewşa girtîmayîna herdu jinên siyasetmedar da û rûniştin cara 7. taloq kir. Rûniştina bê 27’ê Nîsanê pêktê.