Kişanak: Em ê li nivîsandina dîrokê dewam bikin

Li Enqereyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de nameya Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ji hilbijêrên Enqereyê re şandiye hat xwendin.

8'Ê ADARÊ ROJA JINÊN KEDKAR ÊN CÎHANÊ

Platforma Jinan a Enqereyê di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de ji qada Kolajê heta Cadeya Sakaryayê meşek li dar xist. Di meşê de pankarta “Em bêdeng nabin, na tirsin û îtaet nakin” û dovîzên “Bê jin jiyan nabe”, “Hêvî heye, jin heye” û “Jin bi hev re xurt in” hatin hildan. Bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Erd wê bilive, eger jin azad bibin” hatin berzkirin. Di meşê de wêneyên namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gultan Kişanak a girtî, hatin hildan. Jin bi cil û bergên reng û reng û dovîzên di destê xwe de beşdarî meşê bûn û li Cadeya Sakaryayê daxuyanî dan.

Endamên platformê Îlke Kûmartaşlioglû û Nebahat Çalpan daxuyaniya bi Kurdî û Tirkî xwendin.

‘EM XWEDÎ LI JIYANA XWE DERDIKEVIN’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 8’ê Adarê roja mezinkirina têkoşîna li dijî tundî, cihêkarî û mêtingeriya dewletê ye û wiha hate gotin: “Tifaqa AKP-MHP’ê bi polîtîkayên dijminê jinê, êrîşên xwe yên li dijî mafên me yên herî bingehîn didomînin. Em xwedî li maf û jiyanên xwe derdikevin.”

‘EM BERXWEDANA XWE MEZIN DIKIN’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xizanî her ku diçe kûr dibe û jin mehkûmî karên bêewle hatine kirin û ev tişt jî hatin gotin: “Em têkoşîna jinên ku ji Agrobay heta Ozak Tekstîlê ji bo maf û keda xwe li ber xwe didin, silav dikin. Em berxwedana wan bi piştevaniya xwe li her çar aliyan mezin dikin. Weke jinên ku bi bêkarî û birçîtiyê tên ezmûnkirin, em qebûl nakin ku keda me ya hundirê malê neyê dîtin. Em dengê keda xwe ya nayê dîtin bilind bikin û li her qadê xwedî derketina li keda xwe bidomînin. Li her çar aliyên cîhanê şerên emperyalîst û dagirkerî dewam dikin. Yên hewl didin dengê aştiyê bêdeng bikin, bila baş bizanin ku jin di aştiyê de bi israr in. Em jinên berxwedêr ên li Rojava silav dikin. Em berxwedana gelê Fîlîstînê silav dikin. Ji çem heta behrê em xwedî derketina li gotina Fîlîtîna azad dewam bikin.”

‘EM BI BIRYAR IN KU BAJARÊN AZAD AVA BIKIN’

Têkildarî hilbijartinên xwecihî jî ev tişt hatin diyarkirin: “Di vê pêvajoya ku em ber bi hilbijartinên xwecihî ve diçin de, em bi biryar in ku xwedî li mafên xwe yên civakî derbikevin û bajarên ku jin bi wekhev û azad lê bijîn, ava bikin. Weke jin em li her devera vî bajarî hebûn, em hene û em ê hîn jî hebin!”

NAMEYA GULTAN KIŞANAK

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak a girtî, nameyek şand. Piştî daxuyaniyê name ji aliyê Berdevka Jinên Enqereyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Emîne Akyildiz ve hate xwendin.

Nameya Gultan Kişanak a ji bo 8’ê Adarê, bi vî rengî ye: “Jinên xwedî ruhê serkeftinê û yên dîrok nivîsandine. Ez we bi hevrêtiya jinê ya kûr silav dikin. 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li we pîroz be. Silav jinên delal û berxwedêr. We hemûyan bi germahiya roja 8’ê Adarê hembêz dikin. Bijî 8’ê Adarê, bijî berxwedana jinan.

Dîroka me bi êşan dagirtî ye. Lê weke berxwedan em ji nû ve ji dayik bûn. Beriya 167 salan xwişkên me li New Yorkê hatin şewitandin û ji xweliya xwişkên me, têkoşîna rizgariya jinan a gerdûnî ji dayik bû. Em di dîrokê de her tim hebûn, em hene û em ê hîn jî hebin… Me dîrok nivîsand û em ê li nivîsandina dîrokê dewam bikin… Ji Amedê heta Enqereyê, ji Enqereyê heta her çar aliyan em ê pêşengiyê bikin ku pirên aştiya civakî bên avakirin. Em ê xwişkên xwe yên li Xezeyê, xwişkên xwe yên li Şengal û Kobanê jî ji bîr nekin. Em ê qêrîna Jin Jiyan Azadî ya Jîna Mehsa Emînî li her çar aliyan belav bikin.

JI BO EM MUDAXELEYÎ SÎSTEMA DESTHILATDAR BIKIN, EM BI RÊ KETIN

Têkoşîna aştiyê ji aliyê me jinan ve mijareke hêmanî ye. Em ê li her derê û her tim aştiyê biparêzin. Em ê ji bo aştiyê têbikoşin. Ji bo azadiya xwe em ê bêjin, ‘em ê xwe û bajarên xwe bi rê ve bibin’. Ji bo em bi nêrîna jinê, polîtîka û îradeya jinê mudaxeleyî sîstema desthilatdar a mêr bikin, em bi rê ketin. Em ê bi biryardarî li ser vê rêyê bimeşin. Em ê rêxistinbûn, piştevanî û têkoşîna jinan mezin bikin. Em ê bimeşin û bi ser bikevin. Ez we car din bi xerîbî û ruhê têkoşînê silav dikim, serkeftinê dixwazim.”

Piştî xwendina nameya Kişanak, jinan dirûşme berz kirin û çepik lêxistin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.