BI DÎMEN

‘Kiryarên li ser jinê divê di asta navnetewî de bên eşkerekirin’

Endama Koordînasyona Meclîsa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên diyar kir ku ji bo rizgarkirina jinên li herêmên dagirkirî divê asta xebatê bilindtir bibe û ew kiryar zêdetir werin belgekirin û di asta navnetewî de werin parvekirin.

ENDAMA KOORDÎNASYONA MECLÎSA JIN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Dema em qala rewşa jinê dikin em qala rewşa civakê bi giştî dikin, ji ber ku zanebûn û azadiya jinê asta civakê diyar dike. Li gorî zihniyeta civakî rewşa jin girêdayî kevneşopiya li ser hatiye ferzkirin bû. Ji bo wê zanebûn û azadiya jinê her di çemberekê de ma û her tim ferqa di navbera jin û mêr de li pêş bû û jin bû qurbaniya wan kevneşopiyan.

Bi naskirina fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jinên Rojavayê Kurdistanê gavek ber bi pêş ve avêtin û deskeftiyên mezin jî bi dest xistin. Lê ev destkeftiyên ku jinê pêk anîne ne li gorî berjewendiya hêzên hegemon bû. Ji bo wê her tim hewldanên wan, ji bo qirkirina dengê jin û têkbirina têkoşîna jinê bû. Ev yek jî bi dagirkina Bajarê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî re diyar bû.

Ji roja ku dewleta Tirk û çeteyên wê bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kirî û heta roja me ya îro, bi rojane kiryarên xwe yên weke revandin, qetilkirin û bi her awayî êşkenceyê li ser jinan didin meşandin û gelek ji wan jî heta roja îro di zîndanan de bê sûc hatine girtin.

Di derbarê rewşa jinên li herêmên dagirkirî de, Endama Koordînasyona Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên ji ANF'ê re axivî. Jiyan Hisên diyar kir ku ji sala 2018'an û şûn ve dagirkeriya li ser Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, Carablus û Ezaz berdewam dike û got: “Li van herêman bi rojane jin tên girtin, revandin û dest dirêjî li wan tê kirin. Ji bo rizgarkirina wan jinan her tim xebatên me hene. Lê divê ev di asta herêmî de sînordar nebe. Ji bo wê jî beriya demekê li ser rewşa jinên li herêmên dagirkirî komxebatek hate lidarxistin. Ji her herêmekê û li ser asta Rojhilata Navîn bi rêya Zoom'ê jin tevlî vê komxebatê bûn. Di komxebatê de pirsigirêkên wan jinan bi rengekî piralî hate nirxandin. Ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan û rizgarkirina jinan  nîqaşên berfireh hatin kirin.”

Jiyan Hisên destnîşan kir ku divê ev xebatên ji bo rizgarkirina van jinan deng vede welatên derve jî û wiha got, “Ji bo em bikarin van jinan ji vê dagirkeriyê rizgar bikin, divê xebata me di asta navnetewî de bilindtir be. Ji bo wê divê saziyên navnetewî van bûyerên ku bi belge ji wan re tên şandin eşkere bikin û hesab ji kesên ku van kiryaran dikin, were xwestin. Ji bo wê jî divê em hîn bêhtir kiryarên ku di wan herêman de çêdibin bişopînin, tesbît bikin û ji saziyên mafên mirovan re bişînin.”

Endama Koordînasyona Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên ragihand ku heta niha her çiqas kiryar bi awayekî belge ji saziyên navnetewî re tên şandin jî, lê heta niha bersiva wan ne hatiye dayîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hin kiryar hene li ber çavan e û nikarin bên veşartin. Saziyên navneteweyî di hin raporên xwe yên di van demên dawî de, qala kiryarên li Efrînê dikin. Lewma divê em di her warî de xebatên xwe zêdetir bikin.”