Kevana Zêrîn Mexmûr Xelîl Dag bi bîr anî

Kevana Zêrîn Mexmûr di salvegera 13’emîn de sînemager Xelîl Dag (Halîl Îbrahîm Uysal) bi bîr anî.

Kevana Zêrîn Mexmûr ji bo 13’emîn salvegera Şehîdbûna sînemager Xelîl Dag daxuyaniyek nivîskî da û ew bi bîr an.

Kevana Zêrîn Mexmûr di daxuyaniya xwe de bal kişand ku pêşketina sînemaya Kurdî divê Xelîl Dag neyê jibîrkirin û got: “Yê bingehê xeta sînemaya Kurdî danî Xelîl Dag e. Li çiyayên azad bû hest û lehengiya gerîlayên azadiyê.”

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku Xelîl Dag ji bo jiyana gerîla bikişîne û bike belgefîlm sala 1995’an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Di dewama daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku Dag dema berê xwe dide çiya, ji jiyana gerîla bi bandor dibe û tevlî gerîla dibe.

‘LI GEL KARÊ SÎNEMA WÊJEVAN Û HELBESTVAN JÎ BÛ’

Di dewama daxuyaniya Kevana Zêrîn Mexmûr de ev tê gotin: “Xelîl ne tenê derhêneriya fîlîm û senarîstiyê dikir. Li gel vê karê wêje û helbestê de jî xwedî berhem bû. Pirtûka wî ya bi navê ‘Bi çavê Xelîl bîranîn’ nivîsandiye. Her wiha di warê sînamayê de jî bi dehan hevrêyê xwe perwerde kiriye. Bi kamereya xwe li gel hevrê Hêvî û Yekta bi dehan lîstikên şanoyê kişandiye. Hevrê Xelîl bi raman û felsefeya Rêber Apo bû yek ji şopdarê heqîqetê û lêgerînvanê heqîqetê.

‘SÎNEMAYA ÇÎYA PÊŞ DIXE’

Li çiya gelek fîlmên weke ‘Eyna Bejnê, Tîrêj, Dema Jin Hez Bike, Nepeniyê Rûyê Me, Firmêskên Ava Zê, Stranek Ji Bo Zagrosê dikişîne. Herî dawî jî bi fîlmê Bêrîtan bandorekî mezin li civakê dike. Bi vê xebatê re eniyek nû ya di sînemaya Kurdî de çêdike û bingehê sînemaya çiya datîne.

Hevrê Xelîl di Têkoşîna Azadiyê de bi kameraya xwe rastiya têkoşîna gerîla nîşan da. Tevî şertên giran ên çiya hevrê Xelîl bi kamereya xwe jiyana gerîla kişand û ragihand cîhanê. Tevî mercên giran ên çiya û şerê gerîla jî ji ber heskirina karê xwe tim serketî bû.

‘WÊNEYEKÊ JI DILÊ XWE RE BIGIRIM…!’

Gotina wî ya ku her tim li ber guhê me ye û bandoreke mezin li ser hest û giyanê me kirye û her mayinde ma ye ev bû: 'Min li çiyayê Kurdistanê pir tiştinê xweş, rûkenî û xweşikbûn dît, min nikarî hemûyan bi kamera xwe bikşînim û ew xweşikbûn, rûkenî û tiştên xweş di dilê min de man, lewra ez neçar mam ku wêneyekî ji dilê xwe re bigrim…’ Sînema Çiya ya ku li ser şopa Xelîl Dag xebatê dike û mîrasê wî ye di roja îro de jî di avakirin û pêşxistina sînemaya şoreşê de li her devera Kurdistanê bi wî ruhî kar dike.

Em Kevana Zêrîn Mexmûr ji bo bi rastî di warê sînemaya Kurdî de ew bingehê ku Xelîl Dag danîbû em ê xwedî lê derbikevin, xurt, bilind bikin têkoşîna xwe bidomînin.”