Kemalbay: Em bang li Wezîrê Karê Hundir dikin ku bi lezgîn îstifa bike
Meclîsa Jinan a HDP’ê, di çarçoveya kampanyaya bi sirûda “Wiha naçe, jin rê nade” dane destpêkirin, piştî Stenbol û Enqerê îro li Edeneyê aktivîteyek lidar xistin.
Meclîsa Jinan a HDP’ê, di çarçoveya kampanyaya bi sirûda “Wiha naçe, jin rê nade” dane destpêkirin, piştî Stenbol û Enqerê îro li Edeneyê aktivîteyek lidar xistin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Berdevka Meclîsa Jinan Besîme Konca, Endama MYK’ê Asiye Kolçak, parlemeter Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Meral Daniş Beştaş, Leyla Bîrlîk û Saadet Becerîklî beşdarî aktivîteyê bûn.
Hevsroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay a ku di aktivîteyê de axivî wiha got: “Tevî hemû zext, zordarî û tabloya tarî em kolanan naterikînin. Îro ji bo em hemû astengiyan derbas bikin li vir in, hûn li ser ser û çavên me hatin.
Dixwazin li Tirkiyeyê faşîzmê bicivakî bikin, em wî nas dikin. Ji kû nas dikin; ji desthilata AKP-Qesrê nas dikin, ji polîtîkayên qesrê yên ku gelê Tirkiye, jin, ciwan û kedkaran tine dihesibînin nas dikin. Desthilata Erdogan ê herî kêm demokasiyê bikartînin.Rejîma yek kesî dixwaze xwe bicivakî bike. Me li li dijî vê got: “Wiha naçe, jin rê nadin faşîzmê” dest bi kampanyayekê kir.
Pêdiviya gelê Tirkiye ya aştî û demokarsiyê hate tinekirin,bi polîtîkayên şer, cudakerî û cudahiyê re rû bi rû hate hiştin. Em neçarî li hemberî vê sîstema mêtînger û tineker li ber xwe bidin. desthilata AKP’ê ji bo rejîma xwe bi sazî bike ji bo jinan bikar bîne tişta ji destê tê dike. Polîtîkayên li dijî jina her roj diçe zêde dibe. Ji bo em vê dorpêça zextan a li ser jinan bişkînin têkoşînê dikin.
Li dijî zayendparêziyê herî kêm ev 100 sal in em têkoşîn dikin, em nikarin van destkeftiyên hatin bidesxistin heba bikin. Berovajî ji bo têkoşîn azadiya jinê bigihînin serkeftinê jiyanek nû dafirînin.
Rolê li jinan baş dibînin serî tewandine, serî bitewîne ye. Em serî natewînin. Li qada civakî û her qadên jiyanê jin hene û jin ji jiyana civakî tên dûrxistin.
BANG HATE KIRIN KU BI LEZGÎN WEZÎRÊ KARÊ HUNDIR ÎSTIFA BIKE
Ji pêvajoya piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê û şûnde li Tirkiyeyê kirasekî yê zilmê û çewisandinê hatiye li ber kirin, herî dawî êrîşeke nemirovî li ser merasîma cenazeyê Dayika Hatûn hate kirin. Ev ji aliyekê ve rewşa Tirkiye gihiştiyê jî nîşan dide. Êrîşî cenazeyê kirin û gotin; ‘Ev der ne cihê gora Ermeniyan ne.’Wezîrê Karê Hundir ê welat hê jî li ser erkê ye. Di heman demê de dema ku em ve êrîşa nîjatperest û faşîst ji raya giştî re jî eşkere kir em sûcdar kirin. gotin; ‘Gotinên mîna Elewî, Ermenî nehatine bikaranîn.’ Lê sûcdar hatin girtin. Hê jî Wezîrê Karê derve li ser maseyê xwe rûniştiye. Em bang li Wezîrê Karê Hundir dikin ku bi lezgîn îsirfa bike.”
Piştre jî Parlemetera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca jî axivî û wiha got: “Hemû hevalên me yên li vir di salên 90’î de malên wan hatine şewitandin, hilweşandin, koçî cih, war û metrepolan bûne. Yên ku dîroka xwe ji bîr nekirin, jinên li ber xwe dane ev in. Em îro li Edeneyê ne. Em dixwazin li her kolanên Tirkiyeyê gotina xwe bikin.
Me got; ‘Wiha naçe, jin rê nadin’ ji ber ku rewşa Tirkiye niha di nav de vê dixwest. Çi li mal dibe, çi li cihê kar dibe, çi li nav otobusê be jinên ku şidet li ser tên kirin wê bêjin ev wiha naçe, em ê bi hev re di nava piştgiriyê de bin. “