Keça xwe ya 9 salî firot extiyarekî

Li Efganistanê, kesekî keça xwe ya 9 salî firot extiyarekî.

Aboriya Efganistanê di bin rejîma Talîbanê de hilweşiya û alîkarî nagihêje herêmên xizan ên welêt. Ev yek jî bazirganiyeke qirêj zêde dike.

Parwana Malîk a 9 salî di berdêla 1.600 Sterlînê Îngiliz, mihî û zeviyê de ji bo zilamekî 55 salî hate firotin.

Dîmenê hovane yê radestkirina zarokê hate kişandin.

Tê gotin, malbatê ji bo nîşan bide ku rewşa malbatên xizan çiqasî nebaş e, destûr daye ku dîmenê vê hovîtiyê bê kişandin.

Parwana ji CNN re dibêje, ew dixwaze biçe dibistanê, bibe mamoste, lê belê li şûna vê yekê ji malbata xwe hatiye dûrxistin.

Bav Malîk dema peymanê temam dike li ber zilamê extiyar digere û dibêje, "Ji kerema xwe lê baş binerin, hûn êdî berpirsyarê wê ne, ji kerema xwe re lê nexin."

Zilamê extiyar ê ku weke Qorbana tê pênasekirin tevî ku îdîa dike ku Parwana wê 'li malê bixebite' ji bavê Parwana re dibeje, "Ez pereyê keçikê didim. Ez ê çi pê bikim, ew ne karê te ye. Karê min e."

Dema ku hewl didin Parwana ji malê derxîne, Parwana li ber xwe dide ji bo ku neçe.,

Malbata Parwana ya ji 8 kesan li kampekê ye ku çar sal in ji cih û warê xwe bûye. Bav Abdul Malîk dibêje, bi maeşên alîkariya mirovî kêm jî be debara xwe dikirin, lê belê piştî ku Talîban bû desthilatdar ev alîkarî jî li ser wan hate birîn, tiştekî malbatê nîne. Dibêje ku keça xwe ya 12 salî jî beriya çend mehan firotiye.

Bavekî din jî dibêje, ji bo nehêle malbata wî ji birçîbûnê bimire, ew amade ye keçên xwe yên çar û neh salî ji bo 800 sterlînî bifiroşe.

Neteweyên Yekbûyî hefteya derbasbûyî hişyarî dabû ku li Efganistanê metirsiya 'tsûnamiya xizaniyê' heye û ji bo rizgariya ji birçîbûna piştî desthilatdariya Talîbanê dest pê kir, pêwîstî bi alîkariya ji 200 milyon dolarî heye.

Berdêla herî giran jin û zarokên Efgan didin.