KCDP: Meha Cotmehê 34 jin hatin kuştin

KCDP'ê ragihand, meha Cotmehê 34 jin hatine kuştin û destavêtin û şîdeta li jinê jî zêde bûye.

Platforma Pêşîgirtina li Kuştina Jinan (KCDP), li gorî serlêdanên ku li wan hatine kirin û nûçeyên di çapmeniyê de hatine weşandin, li ser şîdeta li jin û zarokan a meha Cotmehê raporek amade kir.

Di raporê de hate bibîrxistin ku di çarçoveya Peymana Stenbolê de meqamên pêwendîdar ên dewletê divê rê û rêbazên têkoşîna li dijî şîdetê diyar bikin, lê belê ev yek nehatiye kirin.

Li gorî raporê, meha Cotmehê 34 jin hatin kuştin û destdirêjî û destavêtina li jin û zarokan dewam kiriye. Li gorî mehek berê, hejmara jinên hatin kuştin kêm bû. 13 ji jinên meha Cotmehê mirin, weke mirina bi guman hate ragihandin. Sedema mirina 7 jinan jî nehat tespîtkirin û 9 jin jî dema xwestin li ser jiyana xwe biryarê bi xwe bidin hatin kuştin.

'HETA KU TEDBÎR NEYÊ GIRTIN WÊ KUŞTIN DEWAM BIKE'

Di raporê de hate gotin, "Heta ku tedbîrên pêşîgirtinê neyên girtin wê kuştin dewam bike" û hate ragihand, jin êdî bêdeng namînin û xwe li dijî şîdetê bi rêxistin dikin.

Di raporê de hate ragihandin ku zimanê medyayê şîdetê zêde dike û hate gotin, "Heta ku der barê kuştina jinan de gavên berbiçav neyên avêtin, ne tenê hejmara jinên tên kuştin zêde bibe, wê kujerî jî zêde bibe."