KBDH: Ji Rosa heta Sara wê şerê azadiya jinê bi ser bikeve

"Ji Elmanyaya sala 1919'an heta Parîsa 2013'an... Nav û neteweyên xwe cuda jî bin, kujer û yên wan bi rê ve dibin qet neguherîn. Pûçkirina planên bûrjûvaziyê, bi şerê me yê azadiyê yê li ser bingeha têkoşîna hevgirtî dibe."

Konseya Giştî Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) li ser salvegera 100'emîn qetilkirina Rosa Ruksembûrg û Karl Lîebknecht daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de, di şexsê Rosa Luksembûrg, Karl Lîebknecht, Sakîne Cansiz û Sêvê Demîr de şehîdên tevgera azadiyê ya jinê bi rêzdarî hatin bîranîn.

Konseya Giştî ya KBDH'ê diyar kir ku Rosa Luksembûrg û Sakîne Cansiz du şoreşger in ku jiyana xwe fedayî doza rizgariya jinan, rizgariya gelan û mirovahiyê kirine û got, "Ev her du jinên wêrek di meha Çileyê ya salên cuda de bi namerdî hatin qetilkirin. Hevrê Sakîne Cansiz jineke Kurd a leheng bû ku jiyana wê timî bi têkoşînê derbas bû. Yek ji pêşengên têkoşîna azadiğyê ya jinên Kurd bû. Li dijî polîtîkayên mêtingerî, faşîst û zayendîperest, bû yek ji pêşengên têkoşînê. Di salên darbeya faşîst a 12'ê Îlonê de li zindana Amedê li dijî polîtîkayên bêkesayetîkirin û teslîmgirtinê, bû yek ji sembolên berxwedana girtiyên Kurd. Felsefeya xwe ya jiyanê bi çalakgeriya xwe re kir yek. Ne rasthatineke ku hate qetilkirin.

Êdî tê zanîn ku dewleta Tirk a mêtinger ev komkujî bi hevkariya MÎT û îstîxbarata Fransayê kiriye. Ev komkujiya ku li navenda Parîsê hate kirin, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, berxwedana jinên Kurd dikir hedef."

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin, Rosa Luksembûrg beriya niha bi 100 salî di 15'ê Çileya 1919'an de tevî hevrêya xwe Karl Lîebknecht ji aliyê hêzên xayîn ên bûrjûvaziya Elman ve hatin kuştin.

Konseya Giştî ya KBDH'ê diyar kir, Rosa Luksembûrg yek ji jinên komunîst ên pêşeng bû di têkoşîna azadî û sosyalîzmê de û got, "Wê dilê xwe yê bi bawerî û berxwedêrî diyarî têkoşîna sosyalîzmê ya gelên kedkar ên Elman kir. Xwedî ruhekî xurt ê enternasyonalîst bû."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, Rosa Luksembûrg tirs berdabû nava dilê bûrjûvaziya Elman û di rojên dawî yên emrê xwe de, di wê serdema tarî de jî bawer dikir ku wê sosyalîzm bi ser bikeve."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yên ku ew qetil kirin, mîna doh îro jî şaşitiyeke mezin kirin. Doza sosyalîzm û azadiyê ku wan di oxira wê de canê xwe feda kirin, gelek serketin û têkçûn bi hev re dît. Lê belê ev têkoşîn ti carî neqediya.

Ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn, ji Efrîkayê heta Emerîkayê bindest, kedkar, jin li dijî polîtîkayên kapîtalîzmê li ber xwe didin ku van polîtîkayan rê li ber xizanî, birçîbûn, tundiya civakî û zayendîperestiyê vekirine. Şoreşa me ya jinê ya Rojava, di sala nû de destketiyan mezin dike û ji aliyekî ve jî xweparastina li dijî dijminê şoreşê xurt dike."

Di dawiya daxuyaniya Konseya Giştî ya KBDH'ê de hate gotin, "Ji Elmanyaya sala 1919'an heta Parîsa 2013'an... Nav û neteweyên xwe cuda jî bin, kujer û yên wan bi rê ve dibin qet neguherîn. Pûçkirina planên bûrjûvaziyê, bi şerê me yê azadiyê yê li ser bingeha têkoşîna hevgirtî dibe. Hesabpirsîna ji kapîtalîstên ku destê wan ketiye xwîna nemirên me, ancax bi mezinkirina doza sosyalîzmê dibe. Em xwedî li bîranîn û têkoşîna nemirên xwe derkevin û têkoşîna xwe ya sosyalîzmê mezin bikin."