KBDH: Hesabê Zehra Berkelan wê bê pirsîn

KBDH'ê êrişa pêr bi şev a dewleta Tirk a li gundê Helincê yê Kobanê şermezar kir û diyar kir ku faşîzm careke din êrişê dibe ser jinên ku şoreş kirine.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye: Kobanê girêkeke ku di ber dewleta faşîst a dagirker de maye. Berxwedan û serketina Kobanê serdemeke diyarker e ku planên bi rêya DAÎŞ'ê li ser herêmê hatin kirin, lê hatin pûçkirin. Di serketina vê yekê de jinan li refên herî pêş cihê xwe girtin. Li gel ruhê fedayî yê ku di şer de bi Arîn Mîrkan re bû sembol, rûyê jinê yê şoreşê li her qada jiyanê derkete pêş, diyarker bû.

Endama Koordînasyona Herêma Firatê ya Kongreya Star Zehra Berkel ê ku rengê xwe da vê şoreşê, tevî du jinên li gel xwe, ji aliyê dewleta Tirk a faşîst dagirker ve 23'ê Hezîranê li Kobanê bi balafirên keşfê hatin bombekirin û qetilkirin. Mîna Hevrîn Xelef, Zehra Berkel jî yek ji wan jinan bû ku li Rojava şoreşa jinê pêk anî.

Kongreya Star rêxistina jinê ya ku hîmê jinan ê şoreşê bi rengekî civakî bi rêxistin kiriye. Ji aboriyê heta siyasetê; ji tenduristî, perwerde, rêxistinên civakî yên mîna komunê heta xweparastinê, ji medyayê heta çand û hunerê jin li her qadê bi rêxistin kiriye. Dewleta Tirk a faşîst dagirker di şexsê Zehra Berkel de hem xwe li diyarkirina çarenûsa gelê Kurd ranegirtiye, hem jî êriş biriye ser jiyana jina a ku li ser bingeha mafên wekhev û azad dihûnin.

Dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' ew dirûşm e, ku Şoreşa Rojava bi rengê herî baş vedibêje. Asta azadiyê ya jinê pîvana xwezayî ya asta azadiyê ya giştî ye. Li aliyekî dewleteke welê heye, ku kujerên jinan, kesên dest diavêje jin û zarokan diparêze, dijminatiyê li jinan dike û bi danheviya paşverûtiya xwe ya dîrokî êrişên xwe zêde dike; li aliyê din jî Şoreşa Rojava û Tevgera Azadiyê ya Kurd heye, ku wekheviya zayendî, temsîliyeta wekhev ji xwe re dike esas û hewl dide vê yekê li her qada jiyanê bi rêxistin bike. Li aliyekî dewleta Tirk a faşîst dagirker, ku li hundir û derve hewl dide bi konsepta şer bi pêş ve biçe; li aliyê din jî Şoreşa Rojava ku li ser bingeha mafên wekhev û azad ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekîtiya demokratîk diparêze, li ser komun û meclîsan dixwaze gel xwe bi xwe bi rê ve bibe, jin l iher qada jiyanê bi rengekî wekhev bê temsîlkirin. Bi kurtasî du dinyayên cuda, du hêzên cuda hene ku li ber hev radibin.

Divê em li refên wan kes û hêzan cih negirin, yên ku hewl didin bi zext, zor, tundî, êşkence û destavêtinê li nava sînorên 'maqûl' ên sîstema kapîtalîst a serweriya mêr bihêle, me tune dihesibîne û qetil dike. Divê em li nava refên têkoşîna azadiyê û şoreşê cih bigirin.

Ji bo em hêrsa xwe ya li dijî kuştina jinan ku veguheriye qirkirina zayendî nîşan bidin, ji bo em hesabê her jineke hatiye kuştin bipirsin;

Ji bo em têkoşîna xwe ya li dijî dewleta Tirk a faşîst dagirker bikin yek, ku vê dewletê bi polîtîkaya şerê taybet ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya Kurd Sakîne Cansiz, Sêvê, Hevrîn Xelef û Zehra Berkel qetil kir û dixwaze gelê Kurd qir bike,

Ji bo em polîtîkayên dagirkeriyê û dijminatiya li jinê pûç bikin,

Ji bo em roja xwe û paşeroja xwe bi rêxistin bikin, ji bo em biryarên xwe bi xwe bidin,

Em di nava Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan xwe bi rêxistin bikin. Ne ji bo 'odeyeke xwe' ji bo cîhaneke xwe, em têkoşînê mezin bikin."