KBDH: Em xwedî li berxwedana gerîla ya dîrokî derkevin

KBDH'ê bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û got, "Em bang dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê rabin ser piyan, bi xurtî tevlî çalakiyan bibin û xwedî li berxwedana dîrokî ya gerîla derkevin."

Komîteya Ewropayê ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst 17'ê Nîsana 2022'an bi hevkariya qirêj a bi PDK û hêzên Iraqê de li ser Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê kiriye û hate gotin, "Tê xwestin ku bi tasfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurdistanê û gerîla re li dijî kedkar, jinan, ciwanan û gelên me yên ji bo azadiyê rabûne ser piyan pêvajoyeke nû ya mêtingerî, şer û qirkirinê ferz bikin."

KBDH'ê diyar kir ku bi şerê di 17'ê Nîsanê de li ser vê bingehê hatiye destpêkirin ji bo tarîkirina paşeroja bindestan, jinan û gelan e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Qirkirina li gelê Kurd tê ferzkirin tê wateya qirkirina li ser gelên Tirk, Ereb, Ermen, Asûrî-Suryanî, Çerkez û Laz. Ev yek encameke polîtîkayên sîstema kapîtalîst e. Weke jinên şoreşger û sosyalîst ên Tirkiyeyî û Kurdistanî li dijî vî şerê ku tê ferzkirin bang li her kesî dikin ku Kurdistanê, qadên têkoşînê û kedê, têkoşîna jiyana azad û wekhev biparêzin û hesab ji faşîzmê bipirsin."

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku li ser vê bingehê tevlî çalakiyan bibin û bi xurtî xwedî li berxwedana dîrokî ya gerîla ya li Zap, Kurojahro derkevin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser vê bingehê bi coşa şoreşgerî ya 8'ê Adarê, 21'ê Adarê Newroz û 1'ê Gulanê, em hêrsa xwe mezin bikin. Hesab ji sîstema baviksalar, kapîstalîst, mêtinger û faşîst bipirsin."