KBDH: Em ê faşîzmê û serweriya mêran hilweşînin!

KBDH’ê diyar kir ku ew ê faşîzmê û serweriya mêran hilweşînin û got “Divê rejîma faşîst û saziyên kapîtalîzmê yên hêzê ji wê distînin, bibin hedef.”

Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan (KBDH) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Em ê faşîzmê û serweriya mêran hilweşînin.”

Di daxuyaniya KBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Divê mirov bibîne ku DYE êdî wekî berê ne xurt e û wê atmosfera erênî ya di salên 1990’î de êdî winda dibe. Ji ber vê jî DYE êdî ji dêvila ku li hemberî Rûsyayê şer bike, bêtir dixwaze tevî mutefîkên xwe dora wê bigire. Bi vî awayî hin welatên berê Sovyetê dixin nav bloka rojava û li van welatan hêza leşkerî ya NATO’yê zêde dikin.Bi taybetî li hemberî hêza ekonomîk a Çînê û hêza leşkerî ya Rûsyayê li ser DYE û Yekîtiya Ewropayê gefeke mezin heye. Divê mirov bibîne ku li hemberî polîtîkayên Pûtîn DYE û YE zêde ne xurt in. Bi taybetî Elmanyayê projeya Pêla Bakur domand û xwest têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re nerm bike. Herî dawîn dema ku DYE ji Efganistanê derket û Talîbanê li Efganistanê desthilatdariya xwe îlan kir, ev jî geşedaneke girîng e. Dibe ku DYE Talîbanê xurt dike û dixwaze hin planan pêk bîne. Lê di nav van geşedanan de serneketina polîtîka dagirkeriya 20 salan jî balkêş e. Di heman demê de dema ku DYE ji Efganistanê derket û hebûna wê ya leşkerî ya Iraqê hate nîqaşkirin, xuya dibe ku DYE û mutefîkên xwe li dinyayê êdî wekî berê ne di pozîsyoneke diyarker de ne.

DEWLETA TIRK DERBÊN GIRAN DIXWE

Li gorî geşedanan mirov dikare bibêje  şerên hegemonyayê ya erdnîgariya Rojhilata Navîn wê kûrtir bibe. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê û hebûna şoreşa Rojava, di nav plana dinyayê de têkoşîneke hegemonyayê ya ku gelekî aktor tê de ne, dihundirîne. DAÎŞ û çeteyên din ji aliyê şoreşa Rojava hatine têkbirin. Lê li ser axa şoreşê dewleta Tirk a faşîst dagirkeriyê didomîne.

Rejîma faşîst di doza Kurdan de siyaseta şer û îmhayê didomîne û li Bakur û Başûrê Kurdistanê derbeke giran dixwe. Ji ber berxwedana bêhempa ya ku gerîla li Metîna, Zap û Avaşînê dike, desthilatdariya faşîst li gelek deran asê maye. Desthilatdariya faşîst di warê leşkerî de nikare encamekê bi dest bixe û di polîtîkaya navxweyî de jî zext û asîmîlasyon zêde kiriye. Li hemberî van êrişan gelê Kurd di serî de gelên herêmê, jin, tevgerên şoreşger û berxwedana gerîlayan bûye barîkateke mezin.

Şewata daristanan a demek berê diyar dike ku rejîma Erdogan di nav dijwariyeke çawa de ye. Rejîma faşîst a ku bi serkeftina xwe ya leşkerî û geşedana teknolojîk pesnê xwe dida, ji ber ku balefirên wan ên tefandinê tune, bûye sedem ku şewat geştir bibe. Di karesata lehiyê de jî ya ku ji ber HES’an pêk hat û bi bendavan de hevsenga xwezayê xera dibe, gelek mirov mirin. Ji ber vê jî berpirsê vê karesatê pergala mêtingeriyê bi xwe ye. Di heman demê de hejariya ku zêde dibe, bêkarî, windakirina mafên civakî û çandî, zam û zextên faşîst ên li ser mafên azadiya polîtîk, di nav gelên bindest de dibe sedema hêrseke mezin.

Şoreşa jinan a Rojava rûyê ronî yê azadiya jinan a Rojhilata Navîn e û li Efganistanê jî rejîma Talîbanê rûyê paşverûtî û tarîtiya faşîzmê ye. Hevgirtina bi jinên Efganistanê re berpirsyariya dîrokî ya tevgerên jinan ên cihanê û têkoşîna me ya li Tirkiye û Kurdistanê ye.

Kapîtalîzma patrîyarkal a ku di desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê de derketiye holê, ji xeynî malbatê li ber jinan tu qadeke jiyanê nehiştiye, di heman demê de li ser mafê jinan a di nav malbatê de jî dibe gef û êrişên xwe yên li ser jinan zêde dike. Cînayet û êrişên di demên dawîn de, şîddeta dewlet û mêran zêdetir derdixe pêş.

Şîddeta li ser LGBT-I’yan, kuştina Denîz Poyraz mînakên êrişên li ser jinên Kurd û jinên şoreşger e. Dema li ser sînorê Rojava û Nisêbînê leşkerên Tirk tecawizî jinek û zarokên wê kir, li Konyayê jinên Kurd hatin kuştin, li metrepolên Tirkiyeyê lîncên nijadperest hate kirin û êrişên li ser Kurdan û Elewiyan, mînakên konseptta êrişa faşîst û zayendparêz e. Di heman demê de Tirkiyeyê dema îmzeya xwe ji Peymana Stenbolê vekişand, li ser jinan cînayet û êrişên zayenî zêde bû. Desthilatdariya AKP’ê ya faşîst û mûhafazakar jinan di nav pergala malbatê de asê dike, êrişkar û şîddetê diparêze û careke din nîşan dide ku ew dijminê jinan e. 

Îro peywira herî girîng a KBDH’ê ev e ku bi vê tevbigere ku çalakiya azadiya jinan encax bi çalakiyên şoreşger dikare pêk were. Dema ku jin têkevin nav çalakiyên leşkerî wê sînorên li dora têkoşîna jinan jî parçe bike. Di çarçoveya pêngava şoreşger de, li qadên gerîlayan, li bajaran bi çalakiyên milîsan û bi çalakiyên girseyî yên şoreşger divê rejîma faşîst û saziyên patrîyarkal û yên kapîtalîzmê ku hêzê ji wê distînin, bibin hedef.”