KBDH: Bi coşa 8'ê Adarê em biherikin qadên Newrozê!

KBDH'ê diyar kir ku agirê Newrozê divê veguhere agirekî hevpar ê bi têkoşîna enternasyonalîst a gelên cîhanê û got, "Divê em dirûşma azadiyê ya 8'ê Adarê li qadên Newrozê bigihînin dirûşma azadiyê."

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya Cejna Newrozê peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin, "Roj ew roj e ku têkoşîna azadiyê ya jinê bê mezinkirin û coşa şoreşgerî ya 8'ê Adarê bigihînin qadên Newrozê."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Newroz nîşaneya têkoşîna edalet, wekhevî û azadiyê ya gelê Kurd e û hate gotin, "Bi navê KBDH'ê em têkoşîna azadiyê ya jinê bi coşa şoreşgerî li qadên Newrozê digihînin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sala 2022'an divê bibe ew sal ku bi têkoşîna hevpar a karker, kedkar, jinan û gelê Kurd, faşîzma AKP-MHP'ê bê hilweşandin û hate gotin, "Li çiyê, bajaran, kolanan û zindanan têkoşîna şoreşê ya yekbûyî tê birêxistinkirin û mezinkirin. Agirê Newrozê li dijî emperyalîzm, faşîzm û serweriya mêr hîn bêhtir gur dibe. Roj ew roj e ku têkoşîna azadiyê ya jinê bê bilindkirin, coşa şoreşgerî ya 8'ê Adarê bigihînin qadên Newrozê.

Bi vê têgihiştina polîtîk Newroza 2022'an divê bibe Newrozeke dîrokî ku jin, ciwan, karker, kedkar hîn bi xurtî xwedî li têkoşîna azadiyê ya gelê me derdikevin. Em zanin ku têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê ji her demê bêhtir rojane ye. Li dijî van êrişên faşîzmê û qedexeyan, hêrsa gel mezintir dibe û astengiyên sîstema mêtingeriyê ji holê radike.

Sîstema faşîzm û mêtingeriyê bêrêxistinî, bêçaretî û lawaziyê li jinan, li gelan ferz dike. Jin a rêxistinbûyî gel ê rêxistinbûyî xurt e, bêçare nîne û têk naçe. Divê em dirûşma azadiyê ya 8'ê Adarê bi dirûşma azadiyê ya li qadên Newrozê re bikin yek."