Kampanya ‘dîktator darezînin’ li Hambûrgê didome

Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ de îmze hatin komkirin.

Jinan li peravê Landesbrucken a Hambûrg a Elmanyayê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktagor, 100 hezar îmze’ de îmze hatin komkirin.

Standa ku li Landesbrucken hate danîn gelek kesan serlêdan kirin û îmze xwe danîn binê kampanyê.

Ruha Baran li ser kampanyê axivî û got: “Li çar parçeyên Kurdistanê her rojê jin tên qetilkirin. Şidet û qetilkirina jinan a li Kurdistanê polîtîkaya dewleta Tirk e. Fermana vê Erdogan dide, hikûmeta AKP’ê dide.”

Aktivîsta mafê jinan Anja Flace jî diyar kir ku bi piştevaniya jinê dikarin dawî li tundiya li jinê bînin.”

Çalakî bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ û strana ‘Şervan’ bi dawî bû.