Jiyaneke watedar tenê bi jinê dikare bibe

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan ê KCK’ê Savaş Nurhak derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ajansa me re axivî û got, ‘’Civaka exlaqî û polîtîk bi mohra jinê ye. Heke wê jiyaneke watedar hebe ev ê tenê bi jinê bibe.’’

Endamê Komîteya Gel û Baweriya a KCK’ê Savaş Nurhak ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ajansa me re axivi. Nurhak berxwedana jinê nirxand û got berxwedana jinê ji avaniya wê ya civakî tê. Nurhak got ew weke mêrekî PKK’yî bi salan e ku bi jinan re jiyaneke hevpar dijî û got, ‘’ Em bi xwe jî bi salan e ku me bi jinê re jiyaneke hevpar daniye, em di nav jiyaneke wiha de dijîn ku bi her hêlê jinê xwe çespandiye, dîtiye û ya hevpar de dijîn. Ev rewş dibe ku hişmendiya nêr li bara jinê bi paş ve biçe. Ev hem ji bo pergala kapîtalîst û hem ji bo hişmendiya nêr talokeyek e. Bi taybetî jî ji bo kapîtalîzmê.’’

CIVAKÎBÛN BI MOHRA JINÊ YE

Nurhak got dema ku di dîrokê de mirov bixwaze li berxwedana jinê binere tişta ku pêşî divê were kirin divê ew be ku çand jinê, hişmeniya jinê mirov ji bingeh ve fêhm bike û wiha got: ‘’Rêbertî dema ku behsa jinê dike dibêje, ‘’civakîbûn li dor jinê ava dibe’. Jin bi esasî ya ku mohra xwe lê dixe, xwe tê de dibîne, çanda xwe pê çêdike civakîbûn e. Em ji dîrokê ve dizanin ku heta niha li dijî şaristaniya çînî û dewletî berxwedaniyeke civakî ya hîmî heye. Hin lingên vê berxwedana civakî hene. Hêlên wê yên wekhevî, parveker, komun û hevgirtinê hene. Ev bi esasî karakterê jinê ne. Heke mirov dixwaze jinê fêhm bike ji berxwedanên yekane zêdetir divê mirov ji vê çanda ku bi vê berxwedanê ava bûyî binere.’’

JIN YASAYÊN JIYANÊ DATÎNE

Nurhak got jin hêza xwe ji civakê distîne û got, ‘’Dêhaya esasî ya Rêberiya me keşfkirina vê hêza jinê ye. Vê hêla jinê derdixîne holê.Di rewşa berdest de berxwedaniya tevgera Kurd, li dijî artêşa 2’yan a NATO’yê şerkariya wê bi vî rihê berxwedêr e. Di dîrokê de hemû tevgerên komunal, mînak Zerdeştî, Babek, Hurî, Karmatî, Bogolî û tevgerên mîna vê bi çanda jinê ne.’’

Nurhak bi berdewamî bal kişande ser serdema klanan û got, ‘’Li vir bi temamî jin serwer e. Jin bi pozîsyoneke wiha ye ku yasayên jiyanê, hemû hewcehiyên jiyanê dabîn dike. Rêbertî tim behsa Me’yan dike. Tişta ku jê re Me’yên pîroz tê gotin ew qanûn in ku ji bo jiyanê hewce ne û ev hemû keşfên jinê ne. Hêza herî mezin a jinê ji van keşfan tê.’’

 ‘KURD BI BERXWEDANA JINÊ LI RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ REWA BÛN’

Nurhak bal kişande ser rola jinê ya di dîroka Kurdan de û got li ser êlên Kurdan jin hebûne û got, ‘’Ev li nav Cafan, li Botanê, Başûrê Kurdistanê, li Başûrêrojava û Başûrê Kurdistanê li nav êlên Sorçiyê ev xweh jî wiha bûn. Lê ya herî girîng hêza jinê ya civakî bû û ev avaniya wê ya îdeolojîk e. Em bibêjin sedsala 17’an Xanxat Xanim heye. Mîra Soran e. Piştî ku birayê wê bi komployekê tê kuştin 15 saliya xwe tê ser mîrektiyê û ne tenê mîrek e û her wiha serdara leşkerî ye jî.’

Nurhak bi berdewamî bal kişande ser berxwedaniya jina Kurd a di serdema niha, bal kişande ser artêşbûna jinê YPJ’ê ya li Kobanê û Efrînê û got, ‘’Hem di berxwedana Kobanê û hem di ya Efrînê de di bingehê wê de ku tevgera Kurd di qada navnetewî de ev çend raya giştî çêkir û rewa kir berxwedaniya jina Kurd heye. Heke li dijî artêşa Tirk, DAÎŞ’ê me mêrên Kurd têkoşîn kiribe jî ev bi vê berfirehiyê wiha zemîneke meşrû nedidît.’’

 ‘PERGALA KAPÎTALÎST JINÊ WEKE XELEKA HERÎ QELS DIBÎNE’

Nurhak got pergala kapîtalîst dixwaze jinê tine bike, heke li pişt jinê rehekeke xurt tune bûya wê nikarîbûya li bara hişmendiya nêr xwe ragirta û got, ‘’ ‘’Me bi salan bi jinan re jiyaneke hevpar daniye, bi her hêlê em dibînin ku jinan çespandiye. Ev rewş rê li ber çi vedike? Ev rewş bi xwe re tîne ku hişmendiya nêr li bara jinê qels bibe. Ev hem ji bo pergala kapîtalîst û hem ji bo hişemdniya nêr talokeyek e. Hem jin xala herî dînamîk a civakê ye û her wiha xeleka herî qels e ji bo kapîtalîzmê. Heke bikaribe jinê bixe, paş ve bibe wê demê dikare exlaqê civakê jî hilweşîne. Ji bo vê jî Rêbertî dibêje, di maweya şaristaniya çînî de herî pir modernîteya kapîtalîst jin xistiye.’’

BERXWEDANA JINÊ HERÎ PIR BANDORÊ LI GELÊN EWROPA DIKE

Nurhak bal kişande ser berxwedaniya jinan a li Kobanê û Efrînê û got: ‘’Ji Amerîka, Ingiltere, Swêd, Elmanyayê û ji her devrê jin tên tevlî YPJ’ê dibin û bi pêşengiya jinê têdikoşin. Mrovê ku azadiyê hîs dike ê herî ketî û kotî jî tevlî kelecanî dibe. Kî ji jiyana komun karîger nabe? Ne pêkan e. Li nav gelek tevgeran, li nav tevgerên sosyalîst rêberên wan mêr, yan jîweke mêran xuta bikin jî bi esasî ya ku ji hêla îdeolojîk ve jê dixwin hêza jinê ye. Rêbertiya me ji bo tevgera PKK’ê nabêje partiya mêr e, dibêje, ‘’PKK partiyeke jina ye’. Disa Rêbertiya me dibêje şoreşa Başûr tenê bi şoreşa jinê dikare bibe. Bi rastî jî karakterê şoreşa Kurdistanê jî wiha ye. Şoreşa Rojava jî wiha ye. Jin bi nirxên xwe li dijî desthilatdariyê têdikoşe.’’

LI KÛDERÊ JIN HEBE LI WIR BERXWEDAN HEYE

Nurhak bi bîr dixe ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo cografya, çand û zimanê Kurdî mê dibêje û wiha bi nav de diçe ‘’Mînak taybetmendiya herî sereke ya çanda semîtîk nêr e. Ji ber ku cografyaya wê nêr e. Lê çanda aryenîk mê ye. Ji ber ku cografyaya wê mê ye. Destûr daye ku binavaniya hişmendiya jinê çêbike. Li Efrînê dayikên me yên 70 salî, keçikên me yên 8-10-15 salî li dijî dewleteke herî zordar şer dikin, gefê lê dixwe, dibêje tu nikarî xaka me bitsînî û dagir bikî.’’

JIYANEKE DERVEYÎ YA EXLAQ Û POLÎTÎK XIZMETÊ JI DESTHILATDARIYÊ DIKE

Nurhak got 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê divê her wiha ji bo civaka exlaqî û polîtîk girîng were dîtin û got, ‘’Divê serdema niha wiha were watedarkirin; divê dîsa civakîbûna ku mafê jinê ye were geşkirin û bi belavkirina civaka exlaqî û polîtîk em dîsa dikarin vê binirxînin.

Nurhak bi berdewamî got divê têkoşîn bi rojekê sînordar nemîne, divê lêgerîn hebe bê ka jiyaneke hevpar a bi jinê re wê çawa were avakirin, jiyaneke azad, wekhev û got jiyana rastî, azadiya rastî û şadbûn û hezkirin ev e; ‘’Hemû lêgerînên derveyî exlaqî û polîtîk xizmetê ji desthialtdariyê û şaristaniyê re dike. Civaka exlaqî bi mohra jinê ye, çand jinê ye. Tenê wiha mirov ku bi jinê re bijî wê watedar be. Ên ku li wate û heqîqetê digerin dikarin vê bibînin. Wekî dî heqîqet mirov nikare bigere. Heke wê lêgerîna jiyaneke watedar hebe ev ê bi jinê bibe. Heke nebe wê xizmetê ji desthilatdariyê re bike, jê wêdetir tine.’’