Jinwar bi sîstema xwe ya komunal bûye navendek

Li gundê Jinwar ku di nava şert û mercên şer de ava bû, bi sîstema komunal bi rê ve diçe. Endama Akademiya Jineolojiyê Rûken Rojda got, "Jinan bi Şoreşa Rojava re nîşan dan ku di her astê de dikarin pêşengiyê ji jiyanê re bikin."

Rûken Rojda anî ziman ku gelek kes hatine serdana gundê Jinwar ji ber ku meraq kirine û li pêşberî avakirina gundekî bi vî rengî li welatekî dorpêçkirî, mat mane.

Şoreşa Rojava di heman demê de weke şoreşa jinê jî tê naskirin û destketiyên jinan jî li pêş çavan e. Bi şoreşê re jin li qadên siyasî, leşkerî, aborî, çandî, hunerî û li her qada jiyanê derketin pêş. Yek ji destketiyên Şoreşa Rojava jî avakirina gundê Jinwar e. Weke ku ji navê xwe jî tê fêhmkirin, gundeke ku jin lê ne, debara xwe dikin û perwerdeyê werdigirin. Jinên li Jinwar careke din nîşanî cîhanê dan ku çiqasî bi îrade ne.

Endama Akademiya Jineolojiyê Rûken Rojda li ser armanca ji damezrandina gundê Jinwar axivî.

Rûken Rojda anî ziman ku gund bi Şoreşa Rojava re ava bû û got, "Şer zerara herî mezin dide jin û zarokan. Bi Şoreşa Rojava re di nava saziyên sîstema Xweseriya Demokratîk de rola jinan bêhtir derkete pêş. Ji bo hîn bêhtir cihê xwe di nava van saziyan de bigirin pêwîstî bi avakirina gundekî jinan hebû. Sala 2017'an li ser rê û rêbazên avakirin û armanca ji gund, li nava saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş hatin kirin û bi wî rengî ava bû. Her jineke ku li saziyan dixebitin di avakirina vî gundî de cihê xwe girt. Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, gundê Jinwar hate vekirin."

LI ŞÎFA JIN JI NEBATAN DERMAN TÊ ÇÊKIRIN

Ruken Rojda têkildarî sîstema li gundê Jinwar jî got, "Li gundê Jinwar sîstemeke komunal heye. Meclîsên gund hene. Ji bo pêşvebirina gund û debarê her 15 rojan carekê civîn tê lidarxistin. Ji bo jin û zarokan sîstema perwerdeyê û akademiya perwerdeyê hene. Jinên Kurd, Ereb û enternasyonal li her qadê cih digirin. Ji ber ku gundê Jinwar ji bo tevahiya jinên cîhanê ye. Li gundê Jinwar firin, dikan û deverên mîna wan ên bersivê didin pêwîstiyên rojane hene. Jin debara xwe bi hilberîna çandinî û sewalkariyê dikin. Nexweşxaneya Şîfa Jin a li gundê Jinwar bi dermanên xwezayî yên ji nebatan çêdike, gelek nexweşiyan derman dike."

LI WELATEKÎ DORPÊÇKIRÎ AVAKIRINA GUNDEKÎ JINAN BI TENA SERÊ XWE ŞOREŞEKE

Rûken Rojda ragihand ku gelek kes hatine gundê Jinwar ji ber ku meraq kirine û li pêşberî vê yekê mat mane ku li welatekî dorpêçkirî gundekî bi vî rengî hatiye avakirin. Rûken Rojda diyar kir ku ev rewş bi tena serê xwe şoreşeke û got, ji ber vê yekê yên tên serdana gundê Jinwar gelekî kêfxweş dibin.