Jinnews: Meha Nîsanê 17 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Jinê (Jinnews) meha Nîsanê herî kêm 17 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Li gorî bîlançoya mehane ya Jinnewsê ya li ser kuştina jinan, meha derbasbûyî 17 jin hatin qetilkirin, 12 jin bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan, 5 jin bûn hedefa hewldana kuştinê. Hate ragihandin ku meha Nîsanê 3 zarok jî hatine qetilkirin.

Jinnewsê diyar kir ku betalkirina Peymana Stenbolê ya bi biryarnameya Serokkomariyê re meha Nîsanê cesaret daye mêran û got, "Jin li mala xwe, li kolanan, li kargehan ji aliyê mêrên ku hêzê ji desthilatdariyê werdigire tên qetilkirin."

Ji destpêka salê ve bi dehan jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ragihandibû ku meha Adarê 28 jin hatin qetilkirin, 19 jin bi rengekî gumanbar jiyana we ji dest dan. Platformê diyar kiribû ku di nava sala 2020'î de 300 jin hatine qetilkirin.