JINHA bi Qibrisiyan re hate cem hev

JINHA bi Qibrisiyan re hate cem hev

Ji Ajans nûçeyan Jinê JINHA Hazal Peker tevlî bernameya Radyoya Dogu Akdenîz bû û diyar kir ku di çapemeniyê de zimanê baviksalariyê dixwaze ku naveroka nûçeyê û hiyerarşiya wê biguherîne.

Bi xebata hevpar a Zanîngeha Koç, Zanîngeha Enqereyê Û Zanîngeha Dogu Akdenîzê, 4’emîn Konferans Xebatên Jinana a bi mijara Wekheviya Zayenda Civakî û Hiqûq hate organîzkirin û 3 rojan berdewam kir. Piştî konferansê Radyo Dogu Akdenîz bernameyek çêkir. Radyo Dogu Akdenîz li Qibrisê weşanê dike û navenda wê li Magusaye, di bernameyeke bi navê Tematîk de pirsgirêka jinan nirxand. Midûra Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan JINHA rojnameger a Hazar Peker tevlî bernameyê bi mijra çapemenî û zayenda civakê bû û pirsên Pinar Bozyel û Çagdaş Engîn Kirlangiç bersivand.

Peker diyar kir ku di nûçeyan de jin hedef tên nîşandan û wiha got: “Li Zanîngehan jî tê vegotin ku divê nûçe çawa be. Lê mixabin mînakek ku divê nûçeya rast çawa be tune. JINHA, li ser nivîsandina nûçeyê, li ser têgehan, gotinên kîn û nefretê radiweste.”

Peker wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çapemenî amûra herî girîng ya ku pergala baviksalariyê mayînde dike ye. Di vê armancê de ne ku divê vê amûrê wekê başiya civakê bi kar bînin. Em komeke rojnamegerên jin ku temenê me di navbera 20 û 35’an de diguhere, têgerên civaknasiyê, nivîsandina nûçeyê û hiyerarşiyê diguherînin.”

Peker destnîşan kir ku Gurbetelî Ersoz bi armanca k udi çapemenyê de statuya jin û mêr di civakê de bike wek hev tevgeriyaye. Peker got ku ew jî di riya wan rojnamegeran de diçin û bi gotina Viriginia Woolf a ‘Em dinivîsin, em nafikirin ku mêr dibêjin çi û dinivîsin”. Pek got em zimanê çapemeniyê diguherînin û got j ime şûnde jî dê cihana çapemeniyê wisa nemîne.