Jinên Wanê: Wê êşkence bi paş ve gavan bi me nede avêtin

Siyasetmedarên jin ên Kurd ên Wanê êşkenceya li ser Rojbîn Çetîn şermezar kirin.

Endama Rêvebirên Herêmî ya Saziya Demokratîk a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Çetîn a di operasyona qirkirina siyasî ya serdegirtina malan de hatî eşkencekirin, ji aliyên siyasetmedarên jin ên Wanê êşkenceya li ser wê hate şermezarkirin.

Hevseroka Navçeyî ya Wan ê Oznur Barkîn diyar kir ku eşkenceya ku Çetîn dîtî nayê terîfkirin û îzahkirin û got, “Jinek bi tena serê xwe dijî, bi kûçikan û bi hêzek zêde hate êşkencekirin. Ravekirina vê nîne, ew ne rewşeke ku qet bê pejirandin. Tenê ne li vir ji çar aliyan ve li ser jinê êrîş hene.”

Parlementera Wanê ya HDP’ê Muazzez Orhan jî da diyarkirin: “Êrîş û eşkenceya li ser mala birêz Sevîl Rojbîn Çetîn hatî kirin ev zihniyeta qeyûm e, ev pêşbîniya konsepta tunekirin û dijminahiya jinê ye. Pêwîst e teqez hesabê vêê eşkencê bê pirsîn. Em şopînerên vê dozê ne.”

Hevseroka Lêkolînerên Koçberan a Wanê Hanîfe Guzel jî ev anî ziman: “Bi giştî bêcezamayîna êşkenceyan û parastin dibe sedemê êşkenceyên bi vî şêweyî. ÊŞşkenceya li Rojbîn Çetîn hatî kirin sûcê mirovahiyê ye.”