Jinên Tirêjên Rojê li Wanê çalakî li dar xistin
Jinên Tîrêjên Rojê li Wanê li hember dagirkeriyê çalakiyek li dar xist û bang li hemû ciwanan kir ku biçin çeperên berxwedanê.
Jinên Tîrêjên Rojê li Wanê li hember dagirkeriyê çalakiyek li dar xist û bang li hemû ciwanan kir ku biçin çeperên berxwedanê.
Jinên Tîrêjên Rojê çalakiyên xwe yên li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didomînin.
Di daxuyaniya Jinên Tîrêjên Rojê de hat gotin, "Tevî hemû êrîşên dijmirovahî, gerîlayên me bi berxwedana xwe darbeyên bibandor li dagirkeran dixin. Em li bajaran li hember çeteyên AKP-MHP'ê darbeyên bibandor didomînin."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin:
"Yekîneyên me li Wanê nêzî 10 kîlo madeyên hişbir ên çeteyên AKP-MHP'ê şewitandin. Bila bê zanîn ku yên destekê didin polîtîkayên dijmin ên li Kurdistanê hewl didin ciwanên me jehrî bikin, wê bibin hedefa me. Bi vê çalakiyê em hemû rêhevalên me yên li berxwe didin, ji Zapê heta Metîna silav dikin, hûn li çiyê, em li bajêr her qad, qada çalakiyê ye. Di serî de jinên ciwan em bang li hemû ciwanan dikin ku cihê xwe di nava refê de cih bigirin."