Jinên Tîrêjên Rojê fabrîkayek û 13 wesayit şewitandin

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku yekîneyên wan fabrîkayek û 13 wesayitên faşîst şewitandine.

Insîyatîva Jinên Tîrêjê Rojê Cenga Heftanînê bi bîr xist, got, çawa ku li Heftanînê gerîla, ''derbê li dijmin didin, em ê jî bibin dengê wan û li devera ku qet ne li bendê ne em ê li hêzên dijmin û faşîst bidin, di bajar û malên wan de em ê li wan bidin.''

Di daxuyaniyê de derheqê çalakiyan agahî hate dayin. Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku yekîneyên wan 23'yê Tebaxê li Stenbolê Silivrîyê li dijî tesîst û fabrîkaya şîrketeke ku dermanan hildiberînê ya AKP'yiyekî çalakiya sabotajê kirine, fabrîka û 3 wesayitên şîrketê şewitîne, di encamê de bihayê 100 milyon lîreyê Tirk ziyan çêbûye.

Bi berdewamî hate gotin 24'ê Tebaxê jî yekîneyên wan li Stenbol Fatîhê 4 wesayitên AKP'yî û MHP'yiyan hatine şewitandin, eynî rojê li Stenbol Beykozê jî du wesayitên luks ên karsazekî AKP'yî hatin şewaitandin.

Jinên Tîrêjên Rojê her wiha ragihandin 25'ê Tebaxê li Stenbol Kartalê 4 wesayitên kesên ku,'' kesayat, rûmet û nasnameya Kurdbûna xwe firotine faşîstên AKP-MHP'ê hatine şewitandin.''

Insîyatîva Tîrêjên Rojê li dawiya daxuyaniyê diyar kir ku wan çalakî ji bo Şehîd Delîla Meyaser û Leyla Agirî kirine û bang li jin û ciwanên Kurd kir çi li nav refên gerîla û çi li bajaran di nav berxwedanê de cihê xwe bigirin.