Jinên Tîrêjên Rojê bîlançoya çalakiyê meha Hezîranê eşkere kir

Înisiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bîlançoya çalakiyên meha Hezîranê eşkere kir.

Înisiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser berxwedana gerîlayan a li hemberî êrîşên dagirker.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Vî ruh û kelepora berxwedanê ya qehremanên mezin ên meha Hezîranê îro li Zap, Avaşîn û Werxelê ne bi tenê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyan, li hemberî NATO û xeta îxanetkar jî li hemberî dijî çekên kîmyewî şer dikin û li ber xwe didin.

Pêvajo ne ev pêvajo ye ku mirov bi berxwedan û serkeftina destanwarî ya gerîlayan serbilind be. Divê em vê berxwedanê li her derê bikin.

Em Înisiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar dikin bi ruhê fedaî yê meha Hezîranê, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî û çalakiyên afirandina Kurdistana azad bi berxwedana gerîlayan re bikin yek.

Bîlançoya çalakiyên me yên meha Hezîranê wisa ye:

Di 5’ê Hezîranê de li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê fabrîkeya cixare û titûnê ya faşîstên Tirk hate şewitandin û fabrîke ketiye halê ku êdî nikare were bikaranîn.

Di 7’ê Hezîranê de li Sîlîvriya Stenbolê bi şopandineke taybet û teknîkî de bi çekên ferdî û bombeyên bi destan hatine amadekirin li sê gardiyanên faşîst ên Girtîgeha Sîlivriyê hate xistin. Gardiyanek bi giranî birîndar bûye û rewşa her du yên din nehate zelalkirin.

Di 9’ê Hezîranê de li Esenyûrta Stenbolê marketa aîdî faşîstê bi navê Omer Kûytû tevî depoya wê hate şewitandin. Di heman demê de du wesayîtên luks ên vî faşîstî jî hate şewitandin.

Di 10’ê Hezîranê de li Tûfanbeyliya Edeneyê li hemberî notirvanên dewriyeya şevê dikirin çalakî hate kirin û du notirvan ji pêyê xwe birîndar bûne.

Di 10’ê Hezîranê de li taxa Kanarya ya Stenbolê li hemberî maleke ku fihûş dihate kirin û tiryak lê dihat firorin, çalakiyek hate kirin. Du kes hatine cezakirin û tiryaka bi wan re jî hatiye şewitandin.

Di 10’ê Hezîranê de li Kuçukçekmeceya Stenbolê fabrîkeyeke tekstîlê ya îxanetkaran bi tarzeke teknîkî hate şewitandin û fabrîke ketiye halekî ku êdî nayê bikaranîn.

Li Çamlicaya Mêrsînê fabrîkeya hilberandinê ya narenciyeyan a AKP’yiyan hate şewitandin.

Li taxa Yedîkûle ya Stenbolê bi teqemeniyên bi destan û çekên şexsî li polîsên faşîst ên TC’yê hate xistin û sê polîs bi giranî birîndar bûne.

Li Patnosa Agiriyê wesayîta TEDAŞ’ê hate şewitandin .

Di 25’ê Hezîranê de li ser otobana Pendîka Stenbolê trafoyek hate şewitandin.

Di 18’ê Hezîranê de li taxa Fîkîrtepe ya Stenbolê şîrketeke avahiyan a ku piştgirî dida desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê hate şewitandin.

Li Taxa Cevdetpaşa ya Wanê hêzên me bombeyek deng avêtiye mala sîxurekî ku dijminatiya Kurdan dikir.

Li Taxa Emînpaşa ya Wanê wesayîteke qeyyûmê dagirker hate şewitandin.

Li Taxa Koyîçî ya Wanê bi çekên şexsî li wesayîteke zirxî hate xistin.”