Jinên Tîrêjên Rojê 9 wesayit, 2 febrîqe, depoyek û marketek şewitandin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand, ku ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê wan li pênc bajaran 7 wesayitên luks, 2 wesayitên servîsê, qemyonek, du febrîqe, depoyek û marketek şewitandine.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku "Ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan û Şehîd Gurbetelî Ersoz û li dijî komploya 9'ê Cotmehê wan çalakî li dar xistine."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Jinên Tîrêjên Rojê, em ê bibin qîrîna şehîdên xwe, bajarên xwe azad bikin, kolan, tax û bajaran li faşîzmê teng bikin û di xwîna ku ew dirijînin de bifetisînin."

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên ku di navbera 3-10'ê Cotmehê de hatine lidarxistin ev agahî hatin dayin:

"3'ê Cotmehê li Amedê li dijî komploya 9'ê Cotmehê li Bexçeyê Milet ê li Bexçeyên Hewselê pankarta 'Em ê komployê têk bibin, tecrîdê bişikînin' hate daliqandin.

4'ê Cotmehê li navçeya Erenler a Sakaryayê febrîqeyeke faşîstên AKP-MHP'î ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.

5'ê Cotmehê li Gebze ya Kocaeliyê, yekîneyên me 2 wesayitên servîsê û wesayiteke luks a faşîstan û nijadperestan şewitandin.

Heman rojê marketeke A-101 a li taxê bi teqemenî û molotofan hate şewitandin.

7'ê Cotmehê li Gokturk a Stenbolê, depoyeke qumaş a xizmetê ji faşîzma AKP-MHP'ê re dike û wesayiteke luks a vê wesayitê hate şewitandin.

8'ê Cotmehê li Buyukçekmece ya Stenbolê, qemyoneke bar a faşîstan ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.

9'ê Cotmehê li navçeya Sarayê ya Tekîrdagê febrîqeyeke hilberîna dendikên gulberojan a karsazekî AKP'î û wesayiteke luks a vî kesî hatin şewitandin.

10'ê Cotmehê li Fatîh a Stenbolê, wesayiteke luks a ciwanên faşîst ên AKP'î hate şewitandin."