Jinên Tîrêjên Rojê 3 fabrîqe û 16 wesayît şewitandin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku di navbera 3-6’ê Sibatê de 3 fabrîqe û 16 wesayît şewitandine.

Însiyatifa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û dawîanîna pêkanînên dijmirovahî yên li zindanan, li gelek bajaran çalakî kirine.

Însiyatifê da zanîn ku wan serî li ber rejîma faşîst netewandiye û natewînin û wiha got: "Tola her ciwan û jinek ku we revandî wê ji we bê rakirin."

Li gorî daxuyaniyê, di 3’ê Sibatê de li Tekîrdagê fabrîqeyek boyaxê ya 'faşîstên AKP-MHP'î, li Şîle ya Stenbolê fabrîqeyek kîmyayê û 3 wesayîtên fabrîqeyê hatin şewitandin.

Her wiha i 4’ê Sibatê li Tengava Kocaeliyê fabrîqeyek hilberandina silîkonê, li Yildirim a Bûrsayê jî otobûsek û 3 wesayîtên fîrmaya Alturê hatin şewitandin.

Di 5’ê Sibatê de li Arnavutkoy a Stenbolê malek AKP’yî yan û li Sapancaya Sakaryayê jî 3 wesayît hate şewitandin.

Di 6’ê Sibatê de jî li Bostanci ya Stenbolê 6 wesayît hate şewitandin.