Jinên Swîsreyî beriya greva mezin manîfestoyek weşandin

Jinên Swîsreyê, 14'ê Hezîranê dikevin greva giştî. Beriya grevê, manîfestoyek hate amadekirin.

Kolektîfa herêma zimanê Fransî ya Swîsreyê (Collectifs romands), beriya greva giştî ya 14'ê Hezîranê manîfestoyek ji 19 daxwazan weşand. Piştî greva beriya 28 salan ku nîv milyon mirov daketin qadan, cara yekê ye ku manîfestoya jinan tê weşandin.

Koordînatorên greva jinan di manîfestoyê de diyar kirin ku pêwîstî bi pêngaveke nû heye. Femînîstan, di vê manîfestoyê de ji wekheviya li kar heta rabûna li ber tundiyê, ji hilbijartina azad a li qada zayendî heta têkoşîna li dijî modela serweriya mêr gelek daxwazan tînin ziman.

Ji koordînatorên tevgera jinê Valerîe Borloz ji medya Swîsreyê RTS'ê re axivî û got, "Manîfesto eşkere dike bê çima pêwîstî bi liv û tevgerê heye." Borloz diyar kir, gelek sedemên jinan hene ku hêrs bibin.

Yek ji sedemên vê hêrsbûnê, newekheviya li nava kar e. Manîfesto, li gel daxwaza muçeyên wekhev her wiha dixwaze qanûneke wekheviyê bê derxistin, ya ku kontrol û pêkanînê ferz dike. Femînîst dixwazin, li qada ewlekariya civakî dawî li cihêkariyê bê anîn.

Kolektîfên jinan di mijara qada taybet de jî dixwazin, li dijî tundiya zayendîperest planeke têkoşîna neteweyî bê amadekirin. Li Swîsreyê, ji ber şîdeta li nava malê her 15 rojan carekê kesek dimire. Manîfesto di mijara zayendîperestiyê de daxwaza hîn bêhtir azadiyê dike û li ser zayendiya jinê dixwaze perwerdeyeke baştir bê dayin.

Femînîst her wiha dixwazin li dibistanan mamoste li ser bingeha teşwîqa wekheviyê bên perwerdekirin.