Jinên Sosyalîst ên Ewropayê silav dan Leyla Guven

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê, berxwedana Leyla Guven silav kirin û got, "Erk û berpirsyariya her kesî ye ku êdî hîn bi xurtî piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya Leyla Guven."

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê, ji bo destekê bide Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Leyla Guven dest bi têkoşîneke girîng kiriye ku îradeya jinên berxwedêr temsîl dike. Li zindanên faşîzmê, li dijî rejîma yek şexsî ya faşîst a ku li ser gelên me û jinan tê ferzkirin, bi rewatiya têkoşînê çalakiyên şoreşgerî tên lidarxistin û Leyla Guven pêşengiyê ji vê re dike. Em çalakiya Guven silav dikin û serketinê jê re dixwazin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku berpirsyariya her kesî ye êdî hîn bi xurtî piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hate gotin, "Çalakiya Leyla Guven ne tenê daxwaza berxwedanê ya jinan, ya hemû gelan mezin kiriye. Em bang li jinan dikin ku vê têkoşînê li xaka Ewropayê jî mezin bikin."