Yekitiya Jinan a Sosyalîst ya girêdayê AVEG-KON’ê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên girtîgehên tirkan de hatiye destpêkirin û wiha got: “Em diyar dikin ku ligel daxwazên jinên girtî yên kurd in. Daxwazên wan yên mafdar daxwazên me ne.”
Yekitiya Jinên Sosyalîst da zanîn ku ew piştgiriyê didin daxwazên wan û wiha got: “Çalakiya grevê ya ku di 12’ê îlonê de dest pê kiriye gihiştiye asteke krîtîk. Ev berxwedana ji biryargehên zilmê dest pê kiriye, daxwazên me penaberên Ewropayê ye.”
Yekitiya Jinên Sosyalîst diyar kir ku bi operasyonên siyasî û leşkerî dixwazin têkoşîna gelê kurd têk bibin û wiha gotin: “Em piştgiriyê didin jinên kurd yên di girtîgehan de, bi greva birçîbûnê li ber xwe didin.. Daxwazên wan yên mafdar daxwazên me ne.”