Jinên Sêrtî li dijî întixaran meşiyan
Jinên Sêrtî li dijî întixaran meşiyan
Jinên Sêrtî li dijî întixaran meşiyan
Jinê Sêrtê li hemberî întîxarên zêde dibin meş pêk anîn û xwestin li hemberî întîxaran tedbîrê bên girtin û Wezareta Wekhevî û Jinê bê avakirin.
Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfîn a Şaredariya Sêrtê ji bo balê bikşînin ser întîxarên jinan ên di 2 mehên dawî de zêdebûn e meş pêk anîn. Xebatkarên Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfîn, Meclîsa Jinan a BDP'ê, Dayîkên Aştiyê, Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Zana Aksu, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin, rêveberên BDP'ê û gelek welatiyên din li ber avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê hatin cem hev. Pişt re jinan bi dowîzên "Devlet ji bo jinan tu tedbiri nagire", "Daxa jinan rastiye gele", "Em jinin ne namusa tu kesîne" û "Qetilkirina jinê ra na" heta ber Navenda Kargeha Kizilkaya meşiyan. Di meşê de sloganên "Destên dirêjî jinê dibin bişkên", "Jin jiyan azadî", "Zilam lê dide dewlet dipêrêze", "Bijî yekitiya jinan" û "Bijî berxwadana jinan" hatin berzkirin. Piştî meşê li ser navê jinan Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfîn Ciwaknas Celîle Asi daxuyanî xwend û diyar kir ku li bajar her roj bûyerên întîxara jinan pêk tên. Asi, anî ziman ku şîdet û tecawiza li hemberî jinê ji bo pergal têkoşîna jinê tune bihesîbîne pêk tê û wiha got: "Çapemenî komkujiya jinê weke întîxar nîşan dide û digire. Gelo rastî jî ev întîxar in? An jî hewildanên bendana jinan tune bikin in? Hikûmet pergala 4+4+4 çê kir lê ji bûkên zarok agahdar bû? Hikûmetê bi polîtîkayên kurtajê şîdeta li hemberî jinê zêde kir. Çima mirinên jinan ranawestin?"
Asi, daxwazên ji bo întaxarên jinan bên rawestandin jî wiha rêz kirin: "Divê Wezareta Wekhev û Jinê bê avakirin. Divê li dibistanan, hemû saziyên cemaweriyê, taxan û malan perwerdehiya zayendî, şîdeta malbatî, ensest û tecawiz bên deşîfrekirin bên dayîn. Ji bo kesên pirsgirêkên tendurîstî yên ruhî dijîn unîteyên bi rihetî bigihijê bên vekirin, betalî, xizanî, zext, şîdet bên tesbîtkirin û bên çareserkirin. Hînbûna madeyên tiryakê yên li taxan, firotina wan madeyan, çeteyên fuhuşê bên tesbîtkirin û yên pêvîst bên kirin. Divê civaknas derbikevin qadan. Divê ji her malbatê re pisporên civakî, sosyolog û psîkolog bên peywirdarkirin. Divê valahiya hiqûqê bê dagirtin û hincetên ceza yên ji holê radikin bên rakirin."