Jinên Mexmûrê: Sara xeta jina azad e

Jinên Mexmûrê di salvegera 9’an a Komkujiya Parîsê de Sara, Rojbîn û Ronahî bibîr anî û diyar kir ku Sara (Sakîne Cansiz) xeta jina azad ava kir û bû manifestoya jiyana azad ji bo hemû jinên Kurd û cîhanê.

Bi boneya 9’emîn salvegera qetilkirina yek damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê, jinên Mexmûrî ku Sakîne Cansiz (Sara) nas dikirin, li ser nasîbûn, jiyan û têkoşîna wê axivîn.

Endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Filîz Bûdak di serî de fermandara Mezin Sara (Sakîne Cansiz) hevrêyên wê Rojbîn û Ronahî û sê jinên şoreşger Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên li Bakurê Kurdistanê di dema xwerêveberiyê de hatibûn şehîdkirin bibîr anî.

‘HEVALA SARA XET E, MANÎFESTOYA AZADIYA JINA KURD E’

Bûdak diyar kir ku 9’ê Çileye berdewama komploya 15’ê Sibatê ye. Çawa di 15’ê Sibatê de ku bi komploya li ser Rêbertiya me xwestine tevgera netewî ya Kurd û gelê Kurd tine bikin, bi komploya 9’ê Çileya 2013’an de jî xwestine tevgera jina Kurd, xeta têkoşîna rizgarî û azadiya jinê tine bikin. Bûdak got: Di têkoşîna tevgera Azadiya Kurd de, yekem jine ku li gel Rêbertiya me tevlî têkoşînê bûye û bûye pêşenga vê dozê. Ji bo tevgera jin, xeta azadiya jin a cîhanî ya Kurdistanê rêyek, xetek bû. Hevala Sara xet e. Sara Manîfestoya azadiya jina Kurd bû.”

‘TIM DI NAVA LÊGERÎNÊ DE BÛ, PIR BI JINÊN CIWAN RE ELEQEDAR DIBÛ’

Endama Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê Filîz Bûdak wiha qala naskirina xwe û Sara kir: “Li Mexmûrê dema me di Akademiya Şehîd Jiyan de kar dikir, li wir nasîbûn çêbû. Civîn lidar dixst. Demê xwe vala beranedida. Tim di nava lêgerînê de bû. Tim dixwest bi jinan re têkilî dane. Taybet jinên ciwan re eleqedar dibû. Tim dixwest perwerde bide jinên ciwan. Bi taybet di bin sêwana akademiye de dixwest xebat bike. Ji xwe li wargehê di asta rêveberiyê de li nava perwerdeyê bû. Bi mamostayan re eleqedar dibû. Ji zarokên Mexmûrê pir hez dikir. Tim mirov dişopand. Di konferansên jinan de pir bi jinên ciwan re eleqedar dibû. Ji amadekariyê bigire heta dawî mijûl dibû. Tim jinan teşwîqî şoreşê dikir û digot; ‘Ev şoreş a we ye. Me mîrasek avakiriye divê hûn bidin domandin.’

‘BI ŞEHÎDBÛNA WÊ HEJIYAN’

Berî biçe gotibû ku ‘ez ê werim û li wargehê dibe demdirêj bimînim.’ Tişta ku herî zêde ez pê bandor bûm, ew bihara ku hatibû û nevegeriya bû. Ji ber ku herî dawî dema me nîqaş kirî, gotibû ku ew ê vegere, Xaştir xebatên xwe bikim. Em li bendê bûn. Bi şehadeta wê pir hejiyan. Bi vê komployê em tev hejiyan.”

‘CIWAN Û DÎNAMÎK BÛ; DI HEDEFÊ DE KILÎD BÛ Û SER DIXIST’

Li ser kesayet û têkoşîna wê jî Bûdak ev nirxandin kir: “Kesayeta hevrê Sara û yek ji taybetmendiya wê ya xurt, tim xwe ciwan û zindî hîs dikir. Ev pir balkêş û dînamîk bû. Tim amade bû. Bi ciwanan re tevgerkirin, ev bala mirov dikişand ser xwe. Di têkoşînê de tim israr bû. Hedefa xwe tim bi ser dixist û xwe digihandê.

DIBISTANEK BÛ, TIM MIROV JÊ FÊR DIBÛ

Her kêliya bi hevrê Sara re perwerde bû. Tim mirov tişt jê fêr dibû. Jiyana wê ya tim şer, di nava wî şerî de, berxwedan, xwe perwerdekirin, karî xetek ji bo jina azad dane holê. Sara xeta jina azad û têkoşer e. Bi vê terzê xwe yê jiyanê mirov bandor kir. Hevala Sara bi piran mamosteyên jin ên niha perwerde dide, bi wan re axiviye û qane kiriye ku di qada perwerdê de cih bigire û kar bike. Hevrê Sara pir bi jinan re mijûl dibû û perwerde dikir.

‘ZINDAN KIR QADEKE YA BERXWEDANÊ’

Eger îro di dîroka PKK’ê de zindan weke qadeke ya berxwedanê tê girtina dest, di pêvajoyên giran de zindan bi rola xwe radibe, tevî ku çar dorê wê girtiye jî, bibe çirûska destpêkê ya pêvajoyên xetimî ku pêşengtiyê jê re bike, têkoşîn û berxwedana yek ji pêşengên PKK’ê hevrê Sara ku di zindanan de li ber xwe dayî ye. Berxwedan ku li hemberî conta leşkerî dayî kirin, heta dawiyê gav bi şûn ve neavêtin. Berxwedana Sakîne ya li ber Esad Oktay berxwedaniyeke herî mezin a jinê ye. Serîrakirina li ber pergala mêr a desthilat e. Hevala Sara bi berxwedana xwe ya li zindanê, li hember komarekê bi ser ket. Dewleta Tirk li ber berxwedana Sara, têkoşîn û sekna wê bin ket. Komplo û reşkujiya ku li beramberî hevala Sara û hevalên wê hatî kirin, ji kîn û hêrsa ku bi salan nekarî li hemberî Hevrê Sara bin ketin bû. Nekarî li hember vîna bişkînin.

‘LI BER KEVNEŞOPIYA FEODAL A CIVAKÊ Û DESTHILATÊ LI BER XWE DA’

Heger em di jiyana azad, rûmet û bûyîna Kurdê nasnameya azad de têdikoşin, divê em bêjin em li ser xeta hevala Sara ne. Tişta me ji wê famkirî ev bû. Mîrasê ji bo me hiştî ev bû. Li zindanan li aliyekê li ber dewleta Tirk û hem jî li ber hişmendiya feodal a jin bila tevlî şoreşê nebe, jin namus e; têkoşîn kir. Li hember desthilatê û kevneşopiya civakî yên paşverû li ber xwe da.

‘BANDOR LI JINÊN CÎHANÊ JÎ KIR

Hevala Sara biqasî ku guherîn û vegûherîn di jina Kurd de daye çêkirin, bi jinên cîhanê jî daye qezenckirin. Bandora xwe li jinên cîhanê jî kiriye.”

‘DÎROK, NASÎN Û PÊŞEROJ KIRIN HEDEF’

Endama Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê Filîz Bûdak anî ziman ku hevala Sara pêşengek bingehîn ê vê civakê bû, hevrê Rojîn xebatên dîplomasî birêve dibir, hevrê Ronahî jî qismê ciwanan birêve dibir û wiha domand: “Hem dîroka mirov a derbas bûyî heta roja îro dom dike, hem aliyê dîplomasî ku dixwaze te di nava civakê de bide nasîn û hem jî aliyê ciwan ku pêşeroj e; di kesayeta her sê hevalan de hate hedefkirin. Ev komkujiyeke welê ye ku bi salan amadekariya wê hatiye kirin. Em vê wisa digirin dest. Jina ku li ber xwe dide, ketibe ser rêya azadiyê, li ber zilmê rabe, li ber pergalê rabe, dike hedef û di hedefê de ye.

Li Parîsê qetilkirina hevrê Sara bingehê xwe ji dijminahiya dewleta Tirk a li hember jina azad digire. Xwestin darbeyê li tevgera jinê bixin, tevgerê lewaz bikin. Bi her şehîdbûnekê re hêz û soza tolhildanê û girêdanbûn tê xurtkirin. Soza rêxistinkirinê tê nûkirin. Em ji hevrê Sara vê fêr bûn, her şahadetek mirov xurtir dike. Li gorî ruhê pêvajoyê berxwedana xwe xurtir bikî. A ku te bigihîne serketinê, ev e.

Em kengê dikarin bêjin em xwediyê wan in; kengê têkoşîna wan dayî destpêkirin, me bi azadiyê tacîdar kir, kengê xeta ku wan ji bo me hêlayî şayanî wê bin, kengê me karî em Rêbertiya xwe bi fîzîkî ji zindanê derbixin, xeyalên wan şehîdan dema me bi cih anî, wê demê em dikarin bêjin em bûne, hevrêyên Sara û hevalên wê.”

‘EZ WISA HIMÊZ KIR KU HÊZ DA MIN’

Jina bi navê Sarya Marînos jî bi van gotinan qala naskirina xwe û hevala Sara kir: “Ez li ber derê malê bû, min hevrê Sara dît, ber min re derbas bû û ji bo karekê diçû. Destpêkê ez nedîtim, vegeriya min dît û hate gel min û me hev himêz kir. Bi germî ez himêz kirim. Hêz da min, bandorek mezin li ser min çêkir. Cara yekem bû ku min hevala Sara dîtî.

‘SEKIN Û DÎTINA WÊ BI HEYBET BÛ’

Pir dilnizim, sek in bandorek pir mezin li ser mirov çêdikir. Sekna wê heybet bû. Dîtina wê bi heybet bû. Ji bo wê bandorek xurt li min kir. Min got; ‘em biçin em çayek vexwin’, got; ‘karê min heye’ carekî din bê. Tevî ku cara yekem bû min ew dît, ez pir kişand xwe û weke ku min pir ji mêj ve dîtî û nas kiriye. Hevala Sara soz da ku were çayek me vexwe. Demek pêve çû, cardin hat; çaya me jî vexwar.

‘PIŞTÎ MIN DÎT Û ŞÛNDE, LI MALÊ PIRSA WÊ KIR Û LI SER WÊ NÎQAŞ KIR’

Min nav dizanî lê nasîbûna rû bi rû min nedîtibû. Min ji lawê xwe pirsî bê ka hevala Sara kî ye? Çi karî dike. Got, ‘Sara navê wê yê din Sakîne Cansiz e. Berxwedêreke zindanê ye. Di partiyê de rêvebere.’ Fermandareke YJA Starê ye. Me li mal li ser hevala Sara nîqaş kir. Piştî min hevala Sara dît, min li nava malê nîqaş kir li ser jiyan û têkoşîna wê.

‘NIHA DIBÊJIM XWEZKA MIN ZÊDETIR HEVALTÎ PÊ RE KIRIBA’

Hevala Sara ji ber di qada perwerdehiyê de kar dikir, derfetê wisa zêde nebû ku hev bibînin. Dîtina wê carê kir ku ez pir bikişînim xwe. Tim dibêjim xwezga min baş û têr hevala Sara bidîtiba, hevaltî li gel kiriba. Mixabin derfet wê demê nebû.

Marînos destnîşan kir ku hevala Sara pir dilnizm û ruh sivik bû û wiha domand: “Bandor li hemû jinan kir. Ne tenê ji bo jinê Kurd, ji bo jinên cîhanê jî ku nav û têkoşîna hevala Sara bihîst, bandorî lê kir.

‘ŞEHADETA WÊ GIRAN BÛ; TÊKOŞÎNA WÊ DIVÊ JI BO XWE BIKIN MÎNAK Û XWEDÎ LI BERXWEDANA WÊ DERKEVIN’

Li ser şehadeta Hevala Sara (Sakîne Cansiz) Sarya Marînos ev got: “Şehadeta hevala Sara ji bo me pir giran bû. Berxwedan hevala Sara ya li ber dijmin, ji bo dijmin bû dersek ji bo me Kurdan jî bû dîrokek. Hevala Sara nasname bû. Em pir bi şahadeta hevala Sara êşiyan. Divê em jinên Kurd hevala Sara ji bo xwe bikin mînak. Kesayet û nêzîkatiya wê ya li ber dijmin serî netewandî, têkoşîna ku ji bo me kirî divê xwedî lê derkevin û bimeşînin. Divê vê dozê bi ser bixin. Divê em li ser soza ku wan dayî Serokatî, partî û şehîdan, em bimeşin, enceq wisa bikarin heval Sara di jiyan û dilê xwe de bidin jiyîn. Em ê li ser şop û rêya wan bimeşin.”