Jinên li Wanê piştgirî dan çalakgerên grevên birçîbûnê

Meclîsa Jinan a HDP’ê, ji bo Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê meşiyan û kartên piştgiriyê şandin.

Meclîsa Jinan a Wanê ji bo piştgiriya parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku 70 roj in di greva birçîbûnê de ye û ji bo piştgiriya girtiyan ên di greva birçîbûnê de li Postexaneya Navendê kart şandin. Hevseroka Rêxistina Wanê ya HDP’ê Yadîşen Karabûlak, Hevseroka Rêxistina Wanê ya DBP’ê Ayla Tarhan, parlementera Wanê ya HDP’ê Mûazzez Orhan û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê tevlê bûn.

‘JI BO DEMOKRASIYÊ DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’

Parlementera Wanê ya HDP’ê Mûazzez Orhan diyar kir ku ji bo komareke demokratîk divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin. Orhan got ku, “Divê em bibin dengê zindanan. Bi geşkirina vê qîrîn û berxwedana li zindanan re ew ê jiyana demokratîk were avakirin.”

Piştî daxuyaniyê jin bi tilîlî û çepikan ji pêşiya avahiya bajêr a partiyê heta Postexaneya Navendê meşiyan û li Postexaneyê kartên piştgiriyê şandin.