Jinên li Qendîlê: Di 9’ê Adarê de em dakevin qadan

Jinên li Qendîlê ji bo Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya ku ew ê di 9’ê Adarê de were pîrozkirin bang kirin. Jinan di heman demê de Efrîn jî silav kirin.

Komîteya Amadekar a Bînarê Qendîlê bernameya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar eşkere kir. Daxuyanî li pêşiya Şaredariya Qendîlê hate dayîn û gelek jin beşdar bûn. Jinan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alaya RJAK’ê hildan. Hevşaredara Qendîlê Gulale Osman bi silavkirina berxwedana jinên Efrînê dest bi axaftina xwe kir

Osman qala Berxwedana Serdemê kir û got, “Li Efrînê Berxwedana Serdemê didome. Em bi berxwedana jinên Efrînê dikevin 8’ê Adarê. Em 8’ê Adarê ya jinên berxwedêr ên li Efrînê pîroz dikin û şervanên li eniyan silav dikin.”

BERNAME

Osman têkildarî pîrozbahiya di 9’ê Adarê de got ku, “Em hemû jinan vedixwînin pîrozbahiyê. Di pîrozbajiyê de ew ê Koma Ş. Amara, Ş. Berçem, Ş. Serhed, Ş. Destîna ya folklorê, Hîlal Zêrîn beşdar bibin.”

Piştî eşkerekirina bernameyê jinan govend gerandin.