Jinên li Meksîkayê ji bo daristanê bi daran re dizewicin

Çalakgerên jin ên li Meksîkayê sozê didin û dibêjin, “Heta mirinê em ê daran biparêzin.”

Li eyaleta Oaxacayê jinên ciwan ên bi xêlî, bi awayekî sembolîk bi daran re dizewicin. Bi vê merasîmê re dixwazin balê bikşînin ser qelandina daristanan.

Hikumeta Meksîkayê jî ev çend salên dawîn e, balê dibe ser qelandina daristanan. Car caran dar tên danîn lê ev hewldan têr nake.

Di salên dawîn de ji bo mêweya avokadoyê ya ku DYA û Ewrûpa gelekî wê dixwaze, ji bo daristanên Meksîkayê bandoreke neyînî çêkir. Ji bo hilberandina avokadoyê daristan tên qelandin.

Ev kêşe welatên Amerîkaya Latîn jî eleqedar dike. Hilberandina avokadoyê ya ku li Şîlî û Perûyê jê re dibêjin “agirê kesk” wekî berpirsyariya qelandina daristanan tê dîtin. Çend hefte berê jinên li Perûyê ji bo avakirina bihîstyariyê bi daran re zewicîbûn.