Jinên li Marsîlya û Frejûs name ji bo Guven şandin

Li Frejûst û bajarê Marsîlya yê Fransa ji bo Leyla Guven a ev 47 roj in di greva birçîbûnê yê bê dawî û bê dorveger de ye qert û name şandin.

Çalakiyên piştgiriyê ya bi Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 47 roj in li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger dewam dikin.

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê endamên Emclîsa Jinan a Arîn Mîrkan hatin ba hev piştgiriya xwe ya bi Leyla Guven re anîn ziman, qert û name şandin.

Komîsyona Jinan a Frejûst jî bi heman armancê çalakî kirin. Name û qertên ku ji aliyê zarok û jinan ve hatibûn nivîsîn ku peyama ‘Em bi te re ne Leyla Guven’ piştgiriya xwe anîn ziman. Jinan çalakiya li Strasboûrgê ku keta roja 8’an jî silav kirin.