Jinên li Kerkûkê daxwaz kirin ku pêşiya dagirkerî û birakujiyê bê girtin

Jinên Kerkûkê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistna û Iraq, ligel Parlemetoya Kurdistan û Iraqê li dijî şerê Kurd bi Kurdan a li Zînî Wertê bibin xwedî helwest.

Jinan li Kerkûkê bi dirûşma ‘Bimre dagirkerî, Bijî Yekîtiya Kurdan’ daxuyaniyek da raya giştî. Jinan da daxuyaniyê de daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistan û Iraqê, dîsa Parlementoya Kurdistan û Iraqê kir ku li dijî dagikerî û şerê birakujî yê dewleta Tirk dixwaze li Zînî Wertê bide destpêkirin, bibin xwedî helwest.

Li Kerkûk têkildarî aloziyên li Zînê Wertê û dîsa tevgera zêde ya çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê, jiyana rojane jinan çalakiyek kirin û daxwazên xwe bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kirin.

Li ser navê jinan Mamoste Dilovan Ekrem daxuyanî da û got: “Bûyerên ku diqewimin bi taybet li Iraq û Herêma Kurdistanê û dîsa li Kerkûk diqewimin ji aliyê dijmin û dagirkerên ve têkirin û girêdayî yek sîstemê ye. Ev hemû sedemê wê ew e ku desthilat dixwazin serweriya xwe li herêmê zêdetir bikin. Her wiha ev yek rê li ber metirsiyeke mezin a li ser civak û gel veke, rê li ber krîzên çandî, aborî û civakî veke.”

‘DIXWAZIN QENDÎL DAGIR BIKIN’

Ekrem têkildarî sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li herêma Zînî Wertê jî ev got: “Aloziya li Zînî Wertê pîlaneke ya dewleta Tirk a dagirker a li herêmê tê wateya dagirkirina Qendîl, pêşîgirtina xebatên azadî xwazî û şerê birakujî ye. Dema Tirkiye dixwaze vê pîlanê bi cih bike, bi rêya PDK’ê dixwaze bê şer Kurdistanê dagir bike.”

‘DERBASBÛNA BALAFIRÊN ŞER Û BOMB KIRIN, DIJÎ QANÛNA IRAQ Û NAVNETEWEYÎ YE’

Ekrem diyar kir ku rojane bi bomberdûman kirina sînorên Kurdistanê û dîsa qetilkirina welatiyên sivîl, şewitandina bax û baxçeyên welatiyan û qetilkirina sê jinên penaberên Mexmûrê tê wateya derbaskirina sînorê axa Iraqê û serweriya wê. Heman demê ev êrîş li dijî qanûn û hiqûqa navneteweyî û ya Iraqê ye jî.

TEVGERA DAÎŞ’Ê ZÊDE BÛYE

Mamoste Ekrem bal kişand ser tevgera zêde ya çeteyên DAÎŞ’ê ya demê dawî li Kerkûkû derdorî wê û wiha pêde çû: “Di vê demê de tevgera şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê ya li Kerkûk zêde bûye, rojane êrîş dikin, pêşmerge û welatiyên sivîl şehîd dikin û welatiyan direvînin. Sîstema sermayedar hemû bûyaran dixwaze li gorî berjewendiyên xwe bikar bîne û ji vê jî herî zêde jin dibin qûrbanî.”

‘JI BER ŞEWBA KORONA ŞIDETA LI SER JINAN ZÊDETIR BÛYE’

Ekrem qala şideta li Kerkûkê ya li ser jinan jî tê kirin û got: “Ji ber şewba vîrûsa Korona û karantînekirina mirovan a li malê kiriye ku şideta li ser jinan zêdetir bibe.Destdirêjî, kêmbûna exlaq, xwekuştina jinan û bêhîvîbûna jinan ev hemû jî dide nîşandan ku çavkaniya xwe ji mêrsalariyê digire.”

‘DEMEK BERÎ DEMEKÊ BIBIN XWEDÎ HELWEST, RÊ NEDIN DAGIRKERÎ Û BIRAKUJIYÊ’

Herî dawî Mamoste Dilovan Ekrem li ser bêhelwestiya Hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraq, dîsa Parlemetoya Kurdistan û Iraqê ev got: “Em weke jinên li Kerkûkê daxwaz ji hemû partî û saziyên Kurdistanî dikin ku li hemberî hêzên li Zînê Wertê hatine bicihkirin bibin xwedî helwest. Her wiha daxwaz li Hikûmeta Herêma Kurdistan, Iraq, Parlementoya Iraq û Kurdistanê dikin ku demek berî demekê bibin xwedî helwest û rê nedin dagirkerî û birakujiyê.”