Jinên li Bordeaûx û Toûloûseyê name ji Guven re şandin
Jinên Kurd ên li bajarên Bordeaûx û Toûloûse yê Fransayê dijîn kart ji Leyla Guven re şandin a ku ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.
Jinên Kurd ên li bajarên Bordeaûx û Toûloûse yê Fransayê dijîn kart ji Leyla Guven re şandin a ku ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.
Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 45 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Ji bo Guven çalakiyên piştgiriyê didomin.
Li bajarê Bordeaûxê yê Fransayê Komuna Jinan a Avesta Xabûr û Komîsyona Jinan a Toûloûseyê kart ji Leyla Guven re şandin. Jinan peyama ‘Em bi te re ne Leyla Guven’ dan û diyar kirin ku ew ê çalakiyên wan ên piştgiriyê bidomin.