Jinên Kurdistanî dest bi pîrozkirina 8’ê Adarê kirin

Li Kurdistanê ji bo bernameyên 8’ê Adarê qerefîl hatin belavkirin. Jinan guh nedan astengiya polîsan.

Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê didome. Jinên HDP’yî û DBP’yî qerefîl û broşûr dane jinên ku roja wan pîroz kirin. Di çalakiyan de helwesta polîsan a astengkirinê û bi tacîzê rê li ber helwestê vekir.

MERSÎN

Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê ji girtiyên jin re kartên 8'ê Adarê şandin. Jin li ber PTT'ê ya Navendê kom bûn û berî kartan bişînin li ser girîngî û wateya 8'ê Adarê axivîn. Jinan ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Figen Yuksekdag, Parlamenterên HDP'ê Çaglar Demirel, Selma Irmak, Burcu Çelik û hevşaredarên jin ên girtî re kart şandin. 

MÊRDÎN
 
Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê bi heman armancê Starta 8'ê Adarê li Nisêbînê dan. Parlamentera HDP'ê ya Bedlisê Mizgîn Irgat, Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Saliha Aydeniz, endam û rêveberên HDP û DBP’ê li ber avahiya HDP'ê ya Nisêbînê kom bûn û piştre li jinên navçeyê qeref^l belav kirin. 
  
Tevî polîsan der û dorê avahiya HDP'ê girtin jî dîsa jinan bi cilên herêmî û qerefîlan di destê xwe de bi siloganên “Jin, jiyan, azadî” meşiyan û qurnefil belav kirin. Dema polîsan xwest jinan asteng bike, jinan bertek nîşanî polîsan dan û gotin jinekê bertek nîşanî polîsan da û got: "Ma gotina Jin, jiyan, azadî jî qedexe ye" û bertekên xwe anî ziman. Jinan piştî qerefîl belav kirin, dîsa hatin avahiya HDP'ê û li vir şahî pêk anîn. Jinan bi dîmenên rengî bernameya şahiya 8'ê Adarê pêk anîn. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat, 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku jin bibin yek dê hemû zext û zordariyê li ser xwe bişkînin. Irgat,  jinên Efrînê yên di bin êrîşên Artêşa Tirk de jî silav kirin û got: "Em dê bi hevre têkoşîan xwe berdewam bikin. Em 8'ê Adarê li Jinên Efrinê û hemû jinên rojava pîroz dikin. Têkoşîna me ya mafdar dê dirokê binivîse." 

ŞIRNEX

Jinên Şirnexî piştre bi jinên Hezexî re, ku dema ‘qedexeya derketina derve’  gelek mal hatibûn xirakirin, hatin cem hev, li kuçeyan geriyan û qerefîl belav kirin. Gelek jin ku di nav wan de Wekîla Şirnexê ya HDP’ê Aycan Îrmez, endama Meclisa Jinan a HDP’ê Ozlem Kutlu, Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat û Hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Ayşe Atay hebûn li avahiya navçeyê yaa HDP’ê hatin cem hev.
Jinan bi kincên xwe yên rengîn wêne girtin, derketin kuçeyan jinên ku dixebitîn ziyaret kirin. Qerefîl dane jinên ku roja wan pîroz kirin. Her wiha borûşa Meclîsa Jinan a HDP’ê ya bi navê ‘Wiha naçe’ belav kirin.
Jin piştre çûne cme jinên gundê Delavê Qesrê yên ku li bazara gund dixebitîn.

AMED
 
Li Amedê jî Platforma Dîlce Amed ya Jinan de pêşangeha wênyeyan a bi navê "Ji objektîfkên jinan" hat pêşandan di pêşangekê de wêneyên ji aliyê jinan ve ên deraberê 8'ê Adarê de ku li bajarên cuda cuda haitibûn kişandin dan pêşandan. Platforma Dîcle Amedê ya Jinan, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Diyar Galeryayê pêşangeha wêneyan a bi navê "Ji objetîfkên jinan" da pêşandan.  Ji bo merasîma pêşangehê ku hat kirin, parlamentera Amedê ya HDP'ê Feleknas Uca, Hevseroka HDP'ê Fîlîz Buluttekîn,  Endamên Platforma Dîcle Amdê û gelek jin tevli bûn. Wêneyên ku ji bi objektîfa jinan derabrê 8'ê Adarê de li bajarên cuda cuda hatibûn kirşandin ên jinên berxwedêr hatin pêşandan. Di merasîmê de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zekiye Yilmaz axîvî. Zekiye bang li hemû jian kir ku tevli çalakiyên 8'ê Adarê bibin, got ku tirsa wan ji tu kesî tune ye û got ku ew ê tişta divê bê kirin bikin.
  
Jinan piştî pêşengeha wêneyan vekirin, derbasî Sûrê bûn û xwestin li vir qerefîlan belav bikin. Jin ji aliyê sedan polîsan ve haten asteng kirin. Jinan jî bi tîlîliyan barîkata polîsan şermezar kirin û qerefîlên di destê xwe de li jinên di rêyan de belav bikin. Jinan bê navber dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Jin piştre meşiyan avahiya DBP'ê ya Sûrê.