Jinên Kurd wê li 86 cihî çalakiyan li dar bixin

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê, bi wesîleya 8'ê Adarê wê ji Ewropa heta Amerîka û Awûstralyayê çalakiyan li dar bixe. Aktîvîsta tevgera jinê Songul Omurcan got, li 86 cihî wê çalakî bên lidarxistin.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd Songul Omurcan ji ANF'ê re axivî û li ser bernameya xwe ya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê agahî da.

Omurcan diyar kir, wan 8'ê Adara îsal veguherandine platforma jinan a parastina Efrînê û got, "Di vê çarçoveyê de me bi gelek rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl re platformên hevpar ava kirine. Dirûşma hevpar a van platforman "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye."

EFRÎN JI BO JINAN GELEKÎ GIRÎNG E

Songul Omurcan bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê ku 20'ê Çileyê dest pê kirin û wiha dewam kir: "Ji destpêka şerê li Sûriyeyê û vir ve Efrîn yek ji cihên herî ewle û aştiyane bû. ji aliyê etnîkî, bawerî û çandê ve jî yek ji cihên herî dewlemend e. Elewî lê dijîn, mirovên ji Dersim, Mereş, Elbîstanê reviyan, lê hene. Gundên Êzidî, Suryanî, Ermenî lê hene. Gundên Tirkmen, Ereb lê hene. Mozaîkeke dewlemend a bi vî rengî heye. Her kes bi awayekî xwişk û biratiyê lê jiyane. Ji ber cihêrengiya xwe şer nekirine.

Wekî din kantonek e ku pênc sal in jin bi giranî lê rêxistinbûyî ne, di rêveberiya demokratîk a xweser de cih digirin, jiyan, aborî, tenduristî û perwerdeyê bi rêxistin dikin. Yanî li gorî kantonên din ên rojava, cihekî ku jin hê bêhtir bi bandor in. Bêguman yek ji wan cihan e ku sîstema konfederal lê hê bêhtir hatiye rûniştandin. Jinan bi taybetî ji mijarên tenduristî, aborî, çand, perwerde û xweparastinê re pêşengî kirine, xwe bi sazî kirine. Dema ku mirov bala xwe bide ser şerê dawî wê bê dîtin ku hem li eniyên pêş hem jî li yên paş jin bi rengekî çalak cih digirin. Cih û warê xwe neterikandine. Di warê dilsoziya bi welatê xwe de herî zêde jinan berdêl dane û xwe ispat kirine. Civakîbûn û jiyan li dora jinan hê bi biryardarî li ber xwe didin, têdikoşin. Ruhê li pişt vê nîşan dide ku Efrîn maleke hê mezintir a jiyanê ye. Ji ber vê yekê Efrîn ji bo tevgera jinên Kurd gelekî mezin e. Şoreşa Rojava pêşengê vê şoreşê ye, rehê wê yê bingehîn jî li Efrînê lê dide."

LI 86 CIHÎ WÊ ÇALAKÎ WERIN LIDARXISTIN

Li ser bernameya çalakiyan a 8'ê Adarê Omurcan ev agahî dan:

"Çalakiyên me yên 8'ê Adarê roja 3'ê Adarê li Ewropayê dest pê kirin. Wê heta 12'ê Adarê bidomin. Li 86 cihî meş, mîtîng, panel, semîner û komxebat têne lidarxistin. Ji Yewnanîstanê heta Qibrisê, ji Kanadayê heta Ewropa û Awûstralyayê li dehan cihî wê çalakî bên lidarxistin. Li Elmanyayê wê li 48 bajarî, li herêmên din jî wê li 38 bajarî çalakî werin lidarxistin. Bêguman ev girîng e. Gelekî girîng e ku jinên Kurd li her cihê lê ne tevî jinên ji gelên din çalakî û xwepêşandanan pêk bînin. Beşek ji çalakiyan ji aliyê platformên jinan ve têne organîzekirin, beşa din jî yekser ji aliyê jinên Kurd ve têne lidarxistin.

18'Ê ADARÊ WÊ KOMXEBATA JINAN A NETEWEYÎ BÊ LIDARXISTIN

Di vê çarçoveyê de wê 18'ê Adarê bi beşdariya jinên ji çar parçeyên Kurdistanê komxebata jinan a neteweyî li Ewropayê bê lidarxistin. Komxebat jî di vê çarçoveyê de ye. Hem ji bo pêkanîna yekîtiya jinan a demokratîk, hem jî ji bo pêkanîna yekîtiya jinan a neteweyî me li Ewropayê dest bi karekî girîng kir. Em dixwazin vê yekê hem li qada neteweyî hem jî li ya demokratîk bi pêş ve bibin. Ev çalakî wê tevgera jinên Kurd bide naskirin û hevpariya ramanî û rêxistinî ya ku em dixwazin biafirînin bi çalakiyan xurtir bike û me gaveke din nêzî hev bikin.  Ji ber vê yekê em dixwazin jinên Kurd bi ruhê xwedîderketina li Efrînê, bi ruhê hilanîna tola Barînan û Avesta Xabûran bi rengekî herî xurt tevlî van çalakiyan bibin."