Jinên Kurd û Emerîka Latin ezmûnên xwe parve dikin
Jinên Kurd û Emerîka Latin ezmûnên xwe parve dikin
Jinên Kurd û Emerîka Latin ezmûnên xwe parve dikin
Di pêşengiya Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ê de jinên Emerîka Latîn û Jinên Kurd li Amedê hatin cem hev. Di komxebatê de mijarên "Diroka gelan, polîtikayên civakî, bandora rojevê ya li ser jinan, ceribînên têkoşînê û Hêviyên pêşerojê" dê bên niqaşkirin.
Di pêşengiya Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ê de jinên Emerîka Latîn û Jinên Kurd li Komeleya Ceren Ekîn a Amedê komxebat pêk anîn. Di civînê de mijarên "Diroka gelan, polîtikayên civakî, bandora rojevê ya li ser jinan, ceribînên têkoşînê û Hêviyên pêşerojê" dê bên niqaşkirin. Jinên ku ji Perû, Şîlî û welatên din ên Emerîka Latîn hatin, li Amedê gihiştin hev. Komxebatê li komeleyê bi rêzgirtina kesên di tekoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Jinên ku ji welatên cuda hatibûn xwe dan naskirin. Xebatkara Komeleya Ekin Cerenê Sertap Şehîrlî, diyar kir ku ev komxebat ji bo jinan pir girîng e û jinên Emerîka Latin û jinên Kurd dê polîtîkayên dagirker û metîngeran ên li ser gelan niqaş bikin. Endama Rêveberiya Komeleya Jinê ya Ekin Cerenê Figen Aras Kaplan jî anî ziman ku ew di nava polîtîkayên înkar û zextan de gihitin îro û di nava şert û mercên tunebûnê de gihiştin îro û ew di nava têkoşîna jiyanê de gelek tişt fêr bûn. Aras, piştre li ser mijara "Dîroka gelê kurd" peşandan kir.
Komxebat bi niqaşan berdewam dike.
Di 16'ê Hezîranê de Jinên Emerîka Latînê biçin Heskîfê ziyaret bikin. Di 18'ê Hezîranê de jî dê li Mêrdîn û Mîdatê gerê pêk bînin û herî dawî di 19'ê Hezîranê de jî dê li Amedê bigerin.