Jinên Kurd li Hannoverê li dijî şîdetê meşiya

Jinên Kurd bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdet li Ser Jinê li bajarê Hannover a ELmanyayê meşek lidarxist.

Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî li bazara sersalê ya li navenda bajêr hat lidarxistin pir bicoş destpêkir. Li wir polîs hilgirtina wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku sala 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, qedexe kir.

Jinan bi ruxmê qedexeyê dest bi meşa xwe kirin û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewletên ku xwedî hişmendiya zilamê serdestin, rê li ber qetlîamên jinan vedikin yan jî çavê xwe digirin û bi vî rengî wana hedef nîşan dide.

 Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku di her mijarê de dixwazin bi ferzkirina ne wekheviyê, zilm û zordariyê jinan bê îrade bikin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” bi dawî bû.