Jinên kurd hesabê Parîsê pirsî

Jinên kurd hesabê Parîsê pirsî

Di ser qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çile de li Parîsê hatin qetilirin de 5 meh der bas bû. Ligel ku ev qas dem derbas bûye, bûyer hê jî ronî nebûye û jinên kurd li Stockholm, Viyana, Zurîh û Frankfurtê çalakî pêk anîn.

Li Stockholma Swêdê jinên kurd wêne û posterên her sê jinên kurd derxistin û pankart û dovîzên wekê ‘Bila kujer bên dîtin, edelet hema niha’ derxsitin.

Her wiha alên PKK, KCK, PJAK, YCRK hatin derxistin û tabuteke li ser ‘Em edeletê dixwazin, Fransa Kujeran bibîne’ hatibû nivîsîn li ber deriyê seferatxaneya mezin a Fransayê hat danîn. Tabuta ku nîv saetê li ber derî ma, ji aliyê polîsan ve hat dur xistin.

Çalakiya jinên kurd û tirk tevlibûn de, seroka komeleya jinên kurd a Amarayê Naciye Bîçen axivî û diyar kirin ku her sê jinên li Parîsê hatin qetilkirin di seranserê jiyana xwe de jibo azadiya mafên gelan û azadiya jinan têkoşîn dane û bûne sembol. Bîçen got Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di demeke ku nû pêvajoya aştiyê hatibû destpêkirin de  li Parîsê hatin qetilkirin.

HETA KUJER NEYÊN DÎTIN REHETÎ JI FRANSAYÊ RE NÎNE

Bîçen got qetilkirina her sê hevalên jin bi armanca sabotekirina pêvajoyê pêk hatiye û ji ber vê jî divê hêzên li pişt komkujiyê demildest bên dîtin û berpirsan derxînin pêşberî edeletê.

Piştî axaftinên jinan meş dan destpêkirin û tabuta ku wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez lê bû dan ser milê xwe.  Jinên hatin qada Ostermalm, çalakiya xwe li vir jî domandin. Ayşe Goktepe da zanîn ku heta Fransa kujeran nebîn û nedarizîne  ji Fransayê re rehetî tune.

LI VIYANAYÊ BO SEFERATXANEYÊ ÇELENGA

Li paytexta Viyana ya Avusturyayê jinan, çelenk danî ber seferatxaneya Fransayê. Çalakiya bi pêşengiya saziya jinên kurd a Avesta pêk hat, bi deqeyek rêz girtinê destpê kir. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku bila kujer bê dîtin.

LI FRANKFURTÊ JINAN EDELET XWEST

Li Frankfurta Almanyayê jî  li ber seferatxaneya Fransayê ji aliyê Meclisa Jinan a Amara ve çalakî pêk hat. Gelek jin tevli bûn û  hat xwestin komkujiya Parîsê bê ronîkirin.

LI ZURÎHÊ 150 JIN HATIN CEM HEV

Li bajarê Zurîch a Swîsreyê jî li ber seferatxaneya Fransayê  jinên kurd bi şîara ‘em edeletê dixwazin’ hatin cem hev û bê dengiya Fransayê ya li hemberî komkujiyê protestokirin.

Di çalakiya ku 150 jin tevlibûn de  danezana ji aliyê Tevgera Jinên kurd a Ewropayê (TJKE) hatiye şandin jî hat xwendin.