Jinên Kurd ên li Ewropayê roja 25'ê Mijdarê daketin qadan

Li gelek bajarên Ewropayê, jinên kurd bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî daketin qadan.

Li gelek bajarên Ewropayê, jinên kurd bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî daketin qadan.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, 17 rêxistinên cuda yên jinan meş û mîtîngek li dar xistin. Bi sedan jinên ji gelên cuda beşdarî meşê bûn û jinên Kurd ji aliyê Meclîsa Jinê ya DEST DAN, Meclîsa Jinên Êzidî EDESA, Jinên Kurd ên Rojhilatî, Meclîsa Jinan a Rojava, Jinên Ciwan ên Azad û HDK-Berlîn ve hatin temsîlkirin. Jinan di çalakiyê de alên YPJ'ê hildan. Di çalakiyê de polîsên Berlînê mîna her carê helwesta xwe ya li dijî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dan û poster ji destê jinan derxistin.

MUNCHEN:  Bi vê armancê li bajarê Munchen ê Elmanyayê, platforma Meclîsa Jinê ya Sara, IFFF, Feministische Partei – die Frauen, Courage, Aktionsgruppe Indianerinnen,LISA + LINKE,OBR-Initiative, meşeke girseyî ya jinan orgnaîze kir. Di çalakiyê de belavoka CENÎ hate xwendin û qisekeran diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya li dijî şîdeta li jinê mezintir bikin.

GÎESSEN: Çalakiya li bajarê Gîessen ê Elmanyayê bi beşdariyeke xurt a jinên Kurd pêk hat. Rêxistinên FEDA, Bethnarin Frauenunion Giessen, Antifaschistische Revolutionäre Aktion Giessen (ARAG), komunên jinan ên herêma Gîessenê û Meclîsa Jinê ya Berçem piştî dan çalakiyê.

MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan û tevgerên jinan çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Xeta me Bêrîtan e, Rêberê me Ocalan e" hatin qîrîn.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, 12 rêxistinên jinan bi navê "Yekîtiya jinên li Stûttgartê" çalakiyeke hevpar pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Na ji her şêwe seksîzmê re", "Pêwîstiya me niha û li vir bi jinên xurt heye", "Bi biryardarî îsyan", "Bi biryardarî azadî", hatin qîrîn.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, rêxistinên jinan li gelek herêmên bajêr çalakiyên bêîteatiya sivîl pêk anîn. Di vê çarçoveyê de jinên kurd li meydana Westbahnhofe çalakiyek pêk anîn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li dijî hegemonya û dewleta bi serdestî û mejiyê mê, wê ti carî ji têkoşîna jinê venegerin. Berêvarê jî, bi beşdariya 15 rêxistinên jinan ên li Viyanayê, li Stephanplatzê mîtîngek hate lidarxistin. Li vir jî işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a jinan hate kirin.

LÎNZ: Li bajarê Lînz ê Awûstûyayê bi pêşnegiya Tevgera Jinên Kurd a Demokratîk li Martîn Lûther Platzê mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê ji aliyê MÎT a Tirk ve şehîd hatin xistin, hatin vekirin. Jinan li ser têkoşîna xwe belavok belav kirin û piştî daxuyaniya çapemeniyê dawî li mîtîngê anîn.

ST. POLTEN: Li bajarê St. Poltenê jî standa agahdarkirinê hate danîn. Jinan li vir li ser têkoşîna jinê belavok belav kirin.

BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê bi beşdariyeke girseyî çalakî hate lidarxistin. Çalakgeran wêneyên Delal Amed û Azê Malazgîrt hildan û dirûşma "Jin jiyan azadî" qîriya. Çalakgeran gotin, têkoşîna wan a li dijî şîdetê wê bidome.

ZURÎCH: Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê li navenda bajêr çalakiyek pêk hat. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Swîsreyê hate organîzekirin û tevgerên jinan Kaseme, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Yenî Kadin-Jina Nû, ADKH û Yekîtiya Jinên Kedkar piştgirî dan çalakiyê.

MARSÎLYA: Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan, li bajarê Marsîlya yê Fransayê meşek organîze kir. Meşê saet 15'an dest pê kir û li gel rakirina pankartên bi nivîsa "Komkujiya jinan bisekinînin", "Bijî têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan", "Azadî ji Ocalan re" gelek belavok hatin belavkirin.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, rêxistinên jinên Kurd û yên Swêdî xwepêşandanek li dar xistin. Di çalakiyê de ku li meydana Medborgarplatsenê pêk hat, ji Çep a Ciwan Vîlja Schroder Slagbrand peyivî û diyar kir ku zext û şîdeta li jinê pirsgirêkeke global e û işaret bi girîngiya piştevaniya navneteweyî kir. Ferah Bozcali ya ji Yekîtiya Jinên Kurd a Sara jî destnîşa kir ku têkoşîna li dijî şîdetê divê ne tenê 25'ê Mijdarê, lê her roj bê dayin. Di çalakiyê de li ber wêneyên 3 jinên şoreşger ên li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, find hatin vêxistin.